‘Tişta mezin dibe tenê xizanî, hejarî û birçîtî ye’
- rojane
- 16:37
Li Colemêrgê bi dirûşma “Heqdestê wekhev, ked û aştî” daxuyanî hat dayin û hate gotin ku tişta li Tirkiyeyê mezin dibe tenê xizanî, hejarî û birçîtî ye.
Li Colemêrgê bi dirûşma “Heqdestê wekhev, ked û aştî” daxuyanî hat dayin û hate gotin ku tişta li Tirkiyeyê mezin dibe tenê xizanî, hejarî û birçîtî ye.
Di doza kuştina 2 polîsan a li Serêkaniyê de ku weke hinceta bidawîkirina “pêvajoya çareseriyê” hatibû nîşandan de, şopên tiliyê yên Burak Kuru li dosyayê hatin zêdekirin.
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş diyar kir ku xebatên di çarçoveya pêvajoyê de tên domandin ne tenê peywira komîsyona li Meclisê ye û got: “Hemû saziyên dewletê, bi koordînasyona jor, peywirên xwe bicih tînin. Ev, projeyeke dewletê ye.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku di serdema qeyûm de destûr hate dayin ku li Geliyê Dîcleyê avahî bên çêkirin û bi vê yekê re Pira Dehderî jî hatiye texrîbkirin.
Li Antalyayê bi mezinahiya pileya 5.2’yê erdhej çêbû.
Hiqûqnasê Alman Prof. Norman Paech, got: “Netewe dewlet her tim girêdayî kapîtalîzmê ye û ev ne modela pêşerojê ye.”
Li navçeya Elkê ya Şirnexê hezaz çêbû û rêya Çelê-Qilebanê ji trafîkê re hate girtin. Komên rêbejê gotin ku dozerên wan nînin lewma li yên kirêkirî digerin.
“Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” du rojan domiya û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dawî bû. Konferansê careke din nîşan da ku tevî tecrîdê jî paradîgmaya Abdullah Ocalan li dinyayê belav bûye.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, Amed, Êlih û Sêrt jî di nav de ji bo gelek bajaran hişyariya barînên zêde kir.
Dîroknas û îlahiyatnas Mele Dunyaser Dunayserî diyar kir ku li gorî baweriya Îslamê aştî ferz e û şert û mercên muzakereyê jî divê wekhev bin. Dunayserî destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê şert û mercên Abdullah Ocalan jî wekhev bin.
Di raporên tenduristiyê yên der barê girtiyê nexweş Serhat Polatsoy de nakokî, pûtepênedayin, teşxîsên kêm û cihnedayîna nexweşiyan, pirsgirêkên ku girtiyên nexweş di pêvajoya tedawiyê de dijîn careke din raxist ber çavan.
Akademîsyen Selîm Orhan diyar kir ku divê qanûnên entegrasyonê tavilê bên derxistin û divê qanûn bêçekkirin, terhîskirin, tevlibûna civakê û vekirina rêya siyasetê di nava xwe de bihewîne û got "mafê hêviyê" jî divê lê were zêdekirin.
Li Eskîşehîrê kursa Kurdî, ji aliyê Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Odunpazariyê ve bi hinceta "îxbarê" hat astengkirin.
PYD’ê bi munasebeta salvegera hilweşandina rejîma Baasê daxuyanî weşand û got: "Avakirina Sûriyeyeke nû bi pejirandina demokrasî û sîstema nenavendî ve pêkan e."