Şaredariyê têkildarî Pira Dehderî daxuyanî da

  • rojane
  • 14:02 8 Kanûn 2025
  • |
img
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku di serdema qeyûm de destûr hate dayin ku li Geliyê Dîcleyê avahî bên çêkirin û bi vê yekê re Pira Dehderî jî hatiye texrîbkirin. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, kargehên li Pira Dehderî ku xelkê bajêr ji ber dagirkirina qada cemaweriyê û fiyetên biha bertekê nîşan dide, daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
“Pira Dehderî ya ku di serdema Merwaniyan di sala 1065’an de li ser Çemê Dîcleyê hatiye çêkirin, di heman demê de mircaneke dîmena xwezayî ya Amedê ye ku heta roja me ya îro maye. Wêneyên ku bi rêya Google Earth hatine girtin, eko-qirkirina li dora pirê û pirê bi xwe darîçav dikin. Pira Dehderî ya ku sala 1065’an di serdema Merwaniyan de ji aliyê mîmar Yûsif Kurê Ubeyd ve li ser Çemê Dîcleyê hatibû çêkirin û heta îro hêj ser pêya ye, îro di bin xetera eko-qirkirina ku roj bi roj bi destê mirovan tê meşandin de ye.
 
BI QEYÛM RE AVAHÎ HATIN ÇÊKIRIN
 
Avahiyên li her du aliyên pirê, ku di heman demê de mircana dîmena xwezayî ya ku ji aliyê Geliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê ve hatiye avakirin, di sala 2016’an de bi tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. Di wêneyên ku ji Google Earth hatine girtin de, tê dîtin ku di sala 2014’an de li derdora pirê tu avahî çênebûne, lê bi qeyûmên ku di sala 2016’an de hatine tayînkirin re, roj bi roj dîwarên beton bilind bûne.
 
RÊGEHA ÇEM HATE XERAKIRIN
 
Di lêkolînên zanistî de yên ku li herêma Geliyê Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê hatine kirin de, derdora 607 cureyên riwekan û nêzî 635 cureyên ajalan hatine tesbîtkirin. Li vê herêmê ku stargeha çûkan, guhandaran û cureyên bêhestî ye, gelek cureyên wan di xetereya nemabûnê de ne. Nemaze li derdora Pira Dehderî, moloz û kertolên ku li rêgeha çem hatine reşandin û dîwarên beton ên ku bilind dibin, faûna (gişta heywanatê) vê biheşta sirûştî roj bi roj xera dikin.
 
ZÊDEBÛNA QIRÊJIYA DENGΠ
 
Bi destûrên karsaziyê yên ku ji aliyê qeyûmên ku li şaredariyên bajarê mezin û navçeyan hatine tayînkirin ve hatine dayîn, gera mirovan li herêmê zêde bû û qirêjiya dengî gihîşte asta ku nema tehemûla wê tê kirin. Bi hebûna eywanên dawetan di nav karsaziyên ser pirê de, fîşekên hewayî yên ku tên teqandin, riyên derbasbûna 180 cureyên cuda yên çûkan ên ku li herêmê dijîn diguherînin û dibin sedema mirina çûkan jî.
 
EKO-QIRKIRIN HEYE 
 
Berevajî îdiaya xwediyên karsaziyan ku li herêmê darçandin heye, guhertina di herêmê de ya ku her roj zêde dibe û sînorên xwe fireh dike, bi vî awayî di wêneyên Google Earth de yên bi salan re xuya bûye.”