Pêşangeha wêneyan a KURDÎGEH'ê berdewam dike
Pêşangeha wêneyan a KURDÎGEH'ê ku bi munasebeta Roja Zimanê Kurdî li Parka Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dabû destpêkirin di roja 4'emîn de berdewam kir.
Li Amedê pêşangeha 'Aştî û Azadiya Civakî'
Di çarçoveya Foruma Aştî û Azadiya Civakî de "Pêşangeha Aştî û Azadiya Civakî" hate vekirin.
‘Kesên dibêjin em Kurd in divê bi Kurdî biaxivin'
Rêveberên saziyên zimanê Kurdî, diyar kirin ku zimanê Kurdî ji ber zextan di xetereyê de ye û gotin ku pêwîst e di hemû aliyên jiyanê de bi Kurdî bê axaftin.
Xwe bi komunê bi rêxistin dikin û li dijî dejenerbûnê têdikoşin
Ji Komuna Çand û Hunerê ya Ekinê Mûhammed Polat ji bo têkoşîna li dijî polîtîkayên çetetiyê û gendeliyê yên li dijî ciwanan li metropolan tên meşandin, got: "Rêxistin jiyanê didomîne, di têkoşînê de yekîtî û nasnameya xwe diafirîne." Polat bang li hemû ciwanan kir ku di komunan de bibin yek.
Ji Komîna Fîlman a Rojavayê fîlmekî nû: Heval Kekê Min
Komîna Fîlm a Rojava fîlma bi navê “Heval Kekê Min” ku jiyana malbatekê di dema dagirkirina Tebqayê ji aliyê DAIŞê ve vedibêje de amade kiriye. Piştî temamkirina fragman û poster, wê fîlm beşdarî mîhrîcanan bibe.
Hozan Mizgîn bi têkoşîn û hunera xwe bû sembol
Birayê Hozan Mizgînê Şehmuz Aydin, diyar kir ku piştî şehadeta xwişka wî gelek malbatan navê Mizgîn li zarokên xwe kirine û ew bi huner û helwesta xwe hîn jî di bîra mirovan de ye.
Li Botanê Komxebata Zimanê Kurdî hate lidarxistin
Li navçeya Cizîrê bi dirûşma ‘Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî’ komxebatek pêk hat û di komxebatê de banga xwedîderketina zimanê Kurdî hate kirin.
Jin ji bo Cejna Zimanê Kurdî li ANKA-DER'ê hatin ba hev
ANKA-DER'ê di çerçoveya Cejna Zimanê Kurdî de bi jin û zarokan re bernameyek li dar xist.
Xwendekar û mamoste li Rojava ji bo Kurdî meşiyan
Li bajarên Dêrik û Tirbespiyê yên Rojava mamoste, xwendekar û bi sedan ji şêniyên herêmê ji bo zimanê Kurdî meşiyan ku di destûra bingehîn de bê misogerkirin.
Çalakiyên Cejna Zimanê bi pêşbirka bazdanê dest pê kir
Starta çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amedê bi pêşbirka bazdanê hat dayin.
Hozan Mizgîn li Qoserê hat bibîranîn
Hozan Mizgîn ku bi hunera xwe ya şoreşgerî bandoreke mayînde hişt, di 34'emîn salvegera koça xwe de li Qoserê hat bibîranîn
Rojên Pirtûkan ên Erxeniyê bi çalakiyên curbicur didome
2'yemîn Rojên Pirtûkan ên Erxeniyê, di roja sêyemîn de bi çalakiyên curbicur berdewam dike.
Behsa Hozan Mizgîn kir
Dayika Aştiyê Nuriye Turhan ku berî jiyana xwe ji dest bide Hozan Mizgînê nas kir, got: "Mizgîn navê xwe li Tetwanê hişt. Li tevahiya Kurdistanê belav bû."
Li Wanê çalakiya denbêjiyê hate lidarxistin
Şaredariya Tûşbayê, li malên dîrokî yên Wanê bi jinan re civiya û çalakiya dengbêjiyê li dar xist.
Li Mûşê eleqeyek zêde ji bo kursên çand û hunerê heye
Midurê Karên Çand, Huner û Civakî yê Şaredariya Mûşê Harun Gundeş, diyar kir ku kursên di bin banê şaredariyê de hatine vekirin bi daxwaza gel in û anî ziman ku ew ji eleqeya mezin a gel pir kêfxweş in.