Şandeya Îmraliyê bi Kurtulmuş re civiya
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Nûman Kurtulmuş re civiya.
Şandeya Îmraliyê bi Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî re civiya
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, pêşwaziya Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî kir. Di hevdîtinê de têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gelek mijar hate gotûbêjkirin.
Banga ji bo 'Mitînga Azadiyê'
Li Amedê têkildarî “Mitînga Azadiyê” ya ku dê bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi Azadiya ve Dimeşin” bê lidarxistin, daxuyanî tê dayîn.
DEM Partiyê ji bo Qetlîama Seyfo banga hevrûbûnê kir
DEM Partiyê bi wesîleya salvegera qetlîama li hemberî Suryanan, banga hevrûbûn û edaletê li dewletê kir.
DBP dadikeve qadan: Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin
DBP bi dirûşma “Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin” dê mehekê li gelek gund, tax, navçe û bajaran civîn, hevdîtin û xebatan pêk bîne.
Daxuyaniya Kurtulmuş a têkildarî pêvajoyê: Beriya ku Meclis bikeve betlanê divê xebat bi dawî bibin
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Ji bo çareseriya vê meseleyê, daxwaza min ew e ku xebat beriya Meclis bikeve betlanê bi dawî bibin."
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Pêdiviya aştiyê bi qanûnê heye
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê destnîşan kir ku divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şert û mercên guncav ên li gorî rola wî ya di pêvajoyê de werin amadekirin û bang li deshilatê kir ku pêvajoyê dereng nexe.
28 parlamenterên CHP’ê ji PM’ê îstîfa kirin
Piştî ku bi biyara dadgehê Kemal Kiliçdaroglu wek Serokê Giştî yê CHP’ê hate tayînkirin, 28 parlamenterên ku di Meclisa Partiyê de cih digirtin ji bo komcivîn çêbe îstîfa kirin.
Konferansa Rêveberiyên Xwecîhî: Şaneya bingehîn a demokrasiyê komun e
Desteya Rêveberiyên Xwecîhî ya Demokratîk a DEM Partiyê encamnameya konferansa li Amedê aşkera kir û destnîşan kir ku şaneya bingehîn a demokrasiyê komun e, cihê îdarî û rêveberiyê ya komunê jî şaredarî ne.
DEM Partiyê Paşînyan pîroz kir
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Nîkol Paşînyan ê ku cara duyemîn wekî serokwezîrê Ermenistanê hat hilbijartin pîroz kirin.
Gulistan Atasoy: Divê demokrasî ji xwecîhî ve bê avakirin
Endama Lijneya Navendî ya Rêveberiyên Xwecîhî ya DEM partiyê Gulistan Atasoy bal kişand ser giringiya rêveberiyên xwecîhî di avakirina aştiyê de û diyar kir ku bi xebateke birêxistinkirî aştî û demokrasî dikare were avakirin.
Tulay Hatîmogûllari: Divê rol û mîsyona birêz Ocalan bê mîsogerkirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku di hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nexşereyek ji bo pêvajoyê daniye û got: “Heyeta me jî bi AKP'ê re hevdîtin kir û xwest demildest çarçoveya qanûnî bê çêkirin. Beriya Meclis bikeve betlaneyê divê çarçoveya qanûnî bê çêkirin.”
Bahçelî: Du rê li ber CHP'ê ne
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku di komcivîna partiya xwe de axivî, diyar kir ku du rê li benda CHP'ê ne û got ku ya dê meseleya xwe ya navxweyî bi hiqûqê û aqlê selîm çareser bike an jî wê girêka ku bi destê xw eçêkiriye bike barekî nû li ser milê gel.
Alîgirên Ozel û Kiliçdaroglû li ber hev rabûn
Alîgirên ji bo Ozel û Kiliçdaroglû hatin Meclisê, li ber hev rabûn. Alîgirên Ozel banga "kongreyê" kirin.
Kiliçdaroglû ji bo komcivînê serî li Serokatiya Meclisê da
Kemal Kiliçdaroglû ku daxwaza wî ya komcivîna heftane ya CHP'ê ji aliyê Rêveberiya Koma CHP'ê ve nehat qebûlkirin, serî li Serokatiya Meclisê da.