Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin
- rojane
- 13:27
Nobeta berxwedanê ya li Xelfetî ya Rihayê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin di roja 18’emîn de berdewam kir.
Nobeta berxwedanê ya li Xelfetî ya Rihayê li dijî tayînkirina qeyûm hatiye destpêkirin di roja 18’emîn de berdewam kir.
Di doza rojnameger Abdullah Kaya de biryar hate dayin ku xwe li benda encama dosyaya li Dadgeha Bilind bigirin.
Dîroka hevdîtina ku dê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re bikin diyar bû.
TUAY-DER a Amedê bi dirûşma “Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne” kampanyaya pereşandina ji girtiyan re da destpêkirin. Starta kampanyayê hate dayin û banga piştevaniyê hate kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Rojnameger Ozgur Paksoy bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin û cezayê li Paksoy hatibû birîn ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin.
RIHA - Ji Rêveberên Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Yûsûf Mistefa bal kişand ser tengijîna Îranê ya ji ber şerê li Rojhilata Navîn û wiha got: “Tirkiye yan dê Îmraliyê muxatab qebûl bike yan jî dê bikeve rewşa Îranê.”
Mamosteyên “Kreşa Pirzimanî ya Beybûnê” bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê dan û îstîfa kirin. Malbatan jî biryar dan ku zarokên xwe neşînin kreşê.
Li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 6 mehên din jî cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dê li dijî biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide.
Hunermend Hozan Aydin ku krîza dil derbas kiribû, xetereya canî derbas kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn rayeya betalkirina pasaportan a bi hinceta “ewlehiyê” ya Wezareta Karên Hundir betal kir.
Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê li 5 girtiyan cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo mehekê hate birîn. Parêzer Fadil Tay diyar kir ku axaftina bi kurdî li girtiyan tê qedexekirin û tirkî lê tê ferzkirin.
Zanyarê Siyasetê Sînan Onal diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşbînî dike ku di serdema nû de nakokiyên di polîtîkayên li dijî kurdan de dubare nebin.
Di hinceta cezayê ku li Hevserokê berê yê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyub Subaşi bi îdiaya "endamtiya rêxistinö" hat birîn de, hevdîtina bi rêya telefonê ya bi kesên xwestine kurdî hîn bibin, sûc hatiye hesibandin.