HSD, wê entegreyî kê bibe!
- analîz
- 09:33
Her çend Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler di bin navê entegrasyonê de gef li HSD'ê dixwe û zextê li wan dike ku teslîmî HTŞ'ê bibin jî, li qadê artêşek tune ye ku HSD karibe pê re entegre bibe.
Her çend Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler di bin navê entegrasyonê de gef li HSD'ê dixwe û zextê li wan dike ku teslîmî HTŞ'ê bibin jî, li qadê artêşek tune ye ku HSD karibe pê re entegre bibe.
Reqaya ku bi komunan ji nû ve di nava xweliyên xwe de geş bûye, şopa wêraniyê lê nemaye û bi 3 zimanan xizmetê dide. Hevserokê Meclisa Gel Mişlep Turkan got: "Min qet nedianî bîra xwe ku ez ê rojekê bi jinekî re bajêr bi rê ve bibim." Hevseroka Meclisa Gel Hêvîn Îsmaîl jî diyar kir ku, "Em ji kesên ku malbatên me tune kirine re dibêjin ‘Hûn bi xêr hatin.’ Ji ber ku em dixwazin îdeolojiya hatiye bicihkirin biguherînin."
Her çend pevçûnên li Rojhilata Navîn ên navenda wan Sûriye û Şerê 3’yemîn ê Cîhanê di çarçoveya gotinên nirxên demokratîk de bên nirxandin jî, îşaret bi şerê serweriyê yê li ser korîdên ÎMEC, BRI, Rêya Pêşketinê û Zengezurê dikin.
Di modela Skandînavyayê de, şaredarî û serxwebûna darayî xurt e. Wekheviya civakî, nenavendîbûn û beşdariya demokratîk taybetmendiyên bingehîn in.
Li Spanyayê, xweseriya şaredariyan bi destûra bingehîn hatiye garantîkirin. Herêmên xweser xwedî parlemento, meclis, hikûmet, pergala dadwerî, polîs, ziman, pergala perwerdehiyê û pergala bacê ne. Polîtîkayên ku wekheviya zayendî û demokrasiya beşdar pêş dixin, esas tên girtin.
Li Swîsreyê, şaredarî xwedî xweseriyeke berbiçav in. Rêgeza demokrasiya yekser, bi rêya înîsiyatîfên gel, referandûm û civînên gel yên li derve tê pejirandin.
Li Belçîkayê xweseriya şaredariyan di bin temînata destûra bingehîn de ye û destwerdana navendê li rêveberiyên xwecihî pir kêm e. Di modela Brukselê de, di pratîkê de hişmendiya komunîteryen di rêveberiya şaredariyê de serdest e.
Li Almanyayê, xweseriya şaredariyan û beşdariya gel di bin temînata destûra bingehîn de ye. Bi rêgeza rêveberiya xurt a nenavendî û sîstema serokatiyê re, hêza rastîn di destê şaredariyan de ye.
Gumanên Tirkiyeyê yên li ser Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê ku armanc dike beşdariya demokratîk û nenavendîkirinê xurt bike, rê li ber tayînkirina qeyûman vedike û demokrasiya xwecihî qels dike.
Li Efrînê avaniya di bin banê Tirkiyeyê de ya ji bo xebatên girtîgehan û sîxuriyê didome û ligel vê dema peymana 10'ê Adarê ku xala "misogerkirina vegera ewle ya kesên koçber" jî di nav de ye, li ber bidawîbûnê ye.
Tirkiye bi mekanîzmayên leşkerî û sivîl li Helebê qadeke serdestiyeke fiîlî ava dike.
Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê û desthilatdariya wê ya li ser Şamê DAIŞ'ê xurt dike. Tê gotin ku rêveberên DAIŞ'ê bi rêya Urdun û Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê dibin û civînan li dar dixin û di heman demê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî girtîgehên ku endamên DAIŞ'ê tê de ne, êrişên hevdem tên plankirin.
Dorpêçkirina taxên Kurdan li Helebê, komkujiyên Elewiyan li deverên peravê û ji nû ve derketina DAIŞ'ê wekî beşek ji lêgerîna Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyeke ku bi her awayî di xizmeta wê de be tên nirxandin.
Nivîskar Fuat Kav diyar jir ku ji ber îdeolojiya PKK’ê û guhertinên ku afirandiye, divê ew wek partiyeke klasîk neyê dîtin û destnîşan kir ku îro muzakereyên bi Abdullah Ocalan tên kirin gaveke girîng e û got: “Muzakere jî beşek ji têkoşînê ye.”
Abdullah Ocalan diyar kir ku PKK şînbûna tovên hêviyê yên veşartî ye ku di sînga gelê bi tunekirinê re rû bi rû maye de ye û got: “PKK tevgerek e ji bo aşkerakirina rastiya Kurdistanê û têkneçûna hebûna wê. Gava piştî wê bidestxistina azadiyê ye.”