COLEMÊRG - Li Colemêrgê bi dirûşma “Heqdestê wekhev, ked û aştî” daxuyanî hat dayin û hate gotin ku tişta li Tirkiyeyê mezin dibe tenê xizanî, hejarî û birçîtî ye.
Rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyên wê, bi dirûşma “Heqdestê wekhev, ked û aştî” daxuyanî dan. Daxuyanî, li pêşiya rêxistina bajar hat dayin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî jî tev li bûn.
Ji rêveberên DEM Partiyê ya Colemêrgê Onur Selçûk di daxuyaniyê de got ku her roj bi nûçeyên zemê hişyar dibin, her tiştek gelek biha bûye û mûçeyên wan ji bo debarê têr nakin. Selçûk, got: “Jin, di bin dorpêça hêza erzan û tundiyê de ne. Teqawid nikarin pênc qirûşan bidin neviyên xwe. Ciwan, ji ber ku hêviya wan nemaye welat diterikînin. Gel ji bazaran tiştên avêtî kom dike, kesên mûçeyê kêmtirîn digirin nikarin bijîn. Îktîdar hêj jî dibêje ‘aborî mezin dibe.’ Tenê tiştê mezin dibe xizanî ye, hejarî ye, birçîtî ye. Ya mezin dibe para ji bo qesrê, sermayeyê, faîzê, fîloya balafiran tê veqetandin e.”
DAXWAZÊN XWE RÊZ KIRIN
Selçûk, got tişta mezin dibe daraza alîgir, bêedaletî, girtîgeh, girtiyên nexweş, mafya, çete, talan û rant e û axaftina xwe wiha qedand: “Domandina şer, dê birçîtiyê mezintir bike. Dê kesên ji şer debara xwe dikin xurtir bibin lê kedkar dê bimirin. Komeke biçûk dê pêşeroja milyonan bidize. Hewceye mûçeyê kêmtirîn herî kêm nîviya sînorê xizaniyê anku 46 hezar lîre be. Divê mûçeyê teqawidan ê herî kêm derkeve asta mûçeyê kêmtirîn anku 46 hezar lîreyan. Her kesê karê wan tune ye bila jê re kar were peydakirin. Prîmên jinên kedkarên nava malê bila ji budçeyê bên pêşwazîkirin û mafê wan ê ewlehiya civakî û teqawidiyê bê cîbicîkirin. Bila xizaniya jinê bi dawî bibe, lêçûnên veguhestin, xwarin-vexwarin û alav-amûrên dersan ên xwendekaran bêpere bin.”
