NAVENDA NÛÇEYAN - Hiqûqnasê Alman Prof. Norman Paech, got: “Netewe dewlet her tim girêdayî kapîtalîzmê ye û ev ne modela pêşerojê ye.”
Hiqûqnasê Alman Prof. Norman Paech ku tev li “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” bû ku ji hêla DEM Partiyê ve li Stenbolê hat lidarxistin. Norman Paech, têkildarî konferansê ji ajansa me re axivî.
Norman Paech, diyar kir ku di sala 1993’yan de Tevgera Kurd nas kiriye û got: “Almanyayê PKK qedex kir û wan jî xwestin ez li dijî vê biryarê serî li dadgeha îdarî bidim. Wê demê min nas kir. Piştî vê hevnaskirinê, hatim Êlihê û dema min tiştên Kurdan jiyayîn dîtî jî min êdî doza wan a azadiyê weke doza xwe dît. Ji dadgehê encama dihat xwestin derneket lê ji wê rojê ve ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdan hewl didim.” Paech, bal kişand ser tevgerên azadiyê yên cîhanê û got: “Lê ev tenê mînakên aktîvîzmê bûn. Lêbelê piştgiriya min a ji bo azadbûna gelê Kurd piştgiriyeke yekser, bi dilsozî bû û heta îro jî didome.”
'DIVÊ DERBASÎ AVADANIYEKE KONFEDERAL BIBIN’
Bi domdarî Paech, anî ziman ku azadiya gelên bindest yek ji mijara herî girîng a hiqûqa navneteweyî ye û wiha pê de çû: “Weke hiqûqnasekî ez girêdayî hiqûqê û peymanên têkildarî mafên mirovan im. Lewma li hemberî gelê Filistînê yan jî Kubayê weke berpirsyartiyeke pîşeyî dibînim. Min, Adullah Ocalan di sala 1996’an de li Şamê dît û min wê demê dît ku fikrên me nêzî hev in. Li gorî wî, netewe dewlet her tim girêdayî kapîtalîzmê ye û modela pêşerojê nîne. Lewma jî mesele ne bidestxistina dewletê ye; mesele ew e ku hêzê, siyasetê û pêvajoyên biryardayînê di navbera civakên herêmê, komên etnîkî û zimanî yên herêmê de parve bike û civakê demokratîk bike. Di nava netewe-dewletê de ev yek pêkan nîne. Ji ber ku netewe-dewlet û emperyalîzm û hêza hegemon di nav hev de ne. Ji ber vê jî divê navendîtiyê dabeş bikin û derbasî avadaniyên federal û konfederal bibin. Vê nêrînê em gelek qaneh kir û me jî ev perspektîf eciband.”
'HEWCEYE MESELE NE WEKE MAFÊN ŞEXSÎ WERE DÎTIN’
Di berdewamê de Paech, destnîşan kir ku peywira dewletên Ewropayê ye ku zextê li Tirkiyeyê bike da ku civakê demokratîk bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev meseleye ne tenê misogerkirina mafên şexsî ye; mecbûr e ku mafên kolektîf ên gelê Kurd û civakên din nas bike. Nabe ku ev têkoşîne tenê ji navxweyî be, divê welatên demokratîk ên li derdorê, weke Swîsre, Awûstûrya û hwd. jî piştgiriyê bidin. Li van welatan, di nava sînorên wan de mafê xweseriyê didin. Di vê navberê de, di sala 1996’an de gotibû; ‘Tekane daxwaza me ew e ku di nava sînorên dewleta Tirkiyeyê de xweseriyeke me hebe, em naxwazin ji Tirkiyeyê veqetin.’”
Paech, nirxandina Abdullah Ocalan ku dibêje “Aştî, dema hêza biryardayînê di navbera civakê de hate belavkirin dikare bibe” bi bîr xist û wiha got: “Hewceye demokrasiya xwecihî, li dijî navendîbûnê were xurtkirin. Ji bo di nava dewletekê de demokrasiyê pêş bixî, fikra herî baş ew e ku bêyî jê veqetî, tu di nava sînorên wê de bimînî, avadaniya wê ya navendî ji hev belav bikî, hêza siyasî ji hikûmetê ber bi herêmê ve belav bikî. Bi vê yekê re dê wan bêhtir tev li pêvajoyên siyasî bikî. Li gorî min cewhera demokratîkbûnê jî ev e.”
'MECBÛR IN QEDEXEYA PKK’Ê RAKIN’
Paech, got ku ji bilî Swîsreyê PKK li her devera Ewropayê weke “rêxistina terorê” tê qebûlkirin û li Almanyayê gelek caran Kurd bi hinceta endamtiya PKK’ê tên darizandin. Paech, wiha pê de çû: “Ev rewş, rewşekî ‘dûrî aqil e.’ Divê ev qanûne were guherandin. Hewceye rêxistinên civaka sivîl û partî ji bo rakirina van qedexeyan û qedexeya ser PKK’ê têbikoşin. Di biryara Dagdeha Bilind a Belçîkayê ya der heqê PKK’ê de ku digot ‘rêxistina terorê nîne’ de avadaniya hiqûqî ya min cara ewil di 93’yan de bi kar anîbû, hat bikaranîn. Ev sererastkirin, sererastkirineke dereng e ku dibêje PKK ji bo mafên xwe û ji bo demokrasiya li welatê xwe dikare têbikoş e. Li gorî min vê yekê nîşan da ku divê civaka sivîl ne tenê di van mijaran de şîroveyan bike lê divê li dijî qanûnên wiha deraqilî têbikoşe. Vê, ev berpirsyartiya wan nîşan da.”
'DEMOKRASÎ HER WIHA PIRSGIRÊKA GEL JÎ YE’
Paech, got ku azadiya xweîfadekirinê, mafê xwebirêxistinkirinê û azadiya çapemeniyê di hiqûqa navneteweyî de hatiye misogerkirin û gelek welatan ev maf di destûrên xwe yên bingehîn de bicih kirine. Paech, got: “Ev, banga daxwazkirina demokrasiyê ya gel e. Demokrasî ne tenê pirsgirêka hikûmetê ye; her wiha pirsgirêka gel jî ye. Û ji bo paratsina mafên xwe divê her tim têbikoşe.”
'JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ PÊDIVÎ BI TÊKOŞÎNÊ YE’
Paech, destnîşan kir ku hewceye tiştên hatine jiyîn neyên jibîrkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Me şer kir û me şerekî mezin da destpêkirin. Şerê Duyemîn ê Cîhanê. Ev, sûcê mayinde yê gelê Alman e û divê her roj me tiştên li Cihû, Roman û gelê Sintî kirî bînin bîra xwe. Ev, qedera me ye. Divê tiştên li Tirkiyeyê hatine kirin jî neyên jibîrkirin û hûn di bîra xwe ya dîrokî de cih bigirin. Lê li gorî min divê ji ewil ji bo demokratîkbûna dewlet û civakê em têbikoşin. Dema mafên weke xweserî, xwebirêvebirin, azadiya xweîfadekirinê û hwd hatin bidestxistin jî divê hafizeyek were avakirin. Heta divê biçin dadgehê û bibêjin ‘Na, ev ne tenê ji bo cezakirina wan e, ji bo wan bêhtir xuyanî bikin û ji bo avakirina hafizeya nivîskî hewce dike.’ Li gorî min du qonaxên vê têkoşînê hene; divê ji ewil hûn bi komeleyên din û bi mirovên din ên cîhanê re bi hev re têbikoşin. Piştre jî ji bo bîranînê divê hûn têbikoşin. Divê hûn têbikoşin ka dê rabûrdiyê çawa entegreyî civaka nû bikin û bêyî bikevin nava hestên nefret û tolhildanê dê xwe ji van tevan çawa rizgar bikin.”
MA / Bêrîvan Altan - Hîvda Çelebî
