Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn

  • rojane
  • 13:04 18 Mijdar 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê ya berê û aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin. Tulay Hatîmogûllari di merasîma definkirinê de axivî û got: “Bila soza me ya ji bo wê be, em ê strana aştiyê ya di nîviyê de hiştî temam bikin.” 

Hevşaredara Cizîr a Şirnexê ya berê û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bêrîvan Kûtlû ku li beşa onkolojiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Balcali ya Edeneyê ji ber nexweşiya xwe ya penceşêrê dihat tedawîkirin, duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bêrîvan Kutluyê di saetên serê sibehê de ji Edeneyê ber bi bajarê ve anîn. Cenazeyê Bêrîvan Kutluyê ji ewil li Mêrdînê ji hêla jinan ve hate pêşwazîkirin. Piştre jî bi konvoyekê ber bi Şirnexê ve birin. Di têketina Cizîrê de konvoy bi girseyî hat pêşwazîkirin. Cenaze, birin gundê Navyanê yê Şirnexê. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari jî di nav de bi hezaran kesan cenazeyê anîn gund pêşwazî kir. 
 
JINAN DARBESTA WÊ HILGIRTIN  
 
Welatiyên derketin cihên bilind ên gund, bi hatine cenazeyê re zêmar gotin û hin jinan jî li ser Bêrîvan Kutluyê stran gotin. Darbesta Bêrîvan Kutluyê bi rengên kesk, sor û zer hate pêçandin û jinan darbesta wê anîn goristana gund. Jinan, gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. 
 
Jinên ku cenazeyê Bêrîvan Kutluyê anîn goristanê, bi zêmar û duayan ew oxir kirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî definkirina cenazeyê axivî û got ku Bêrîvan Kutluyê emrê xwe yê kin bi têkoşîna ji bo gelê Kurd û aştiyê derbas kiriye. 
 
Tulay Hatîmogûllari, got: “Dê her tim bi têkoşîna xwe di bîra me de be. Em ê weke zarokek gelê Kurd wê bi bîr bînin. Em ê wê bi têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd bi bîr bînin. Di temenekî pir ciwan de gelek peywir di partiya me de li xwe girtibû. Me pir zû ew winda kir. Di serî de malbata wê, serê tevahiya gelê Kurd sax be. Hevrêya me Bêrîvan dê her tim bi wî rûyê xwe yê dibiriqî, paqij û hestiyar di bîra me de be. Dê bi têkoşîna xwe di bîra me de be. Dê bi cilên xwe yên Kurdî, bi nîşaneya serkeftinê di bîra me de be. Li ser kêla gora wê em soz didin ku dê wê strana aştiyê ya wê di nîviyê de hiştî temam bikin. Li ser gora wê em soz didin hemû şehîdên xwe, hemû kesên bedel dayîn ku em ê li vê xakê xwişk-biratiya gelan pêk bînin. Em ê aştiyê ava bikin. Heta ku gelê Kurd mafên xwe distîne em ê têbikoşin. Em ê bi hev re civaka demokratîk ava bikn. Em ê têkoşîna wê ya jinê bidomînin. Dê ala wê li erdê nemîne.” 
 
‘RÊYA WÊ RÊYA ME YE’  
 
Li ser navê TJA’yê jî Adalet Çîmen Fîdan axivî û got ku Bêrîvan Kutlu ji zarokatiya xwe ve di nava têkoşîna azadiyê de cih girt û wiha domand: “Hevala Bêrîvan digot ku heta jin azad nebin dê gelê Kurd nekare azad bibe. Digot ku bêdengbûn heram e. Digot ku hewceye mirov her tim li ber xwe bide. Weke TJA’yê em ê hevala Bêrîvanê weke şehîda demokrasiyê bi bîr bînin. Rêya heval Bêrîvanê rêya me ye.” 
 
Piştî axaftinan dua hatin kirin û beşdaran çîçek danîn ser gora Bêrîvan Kutluyê. Piştre jî girse derbasî cihê şînê ya li Silopiyayê.          
 

Sernavên din

13:45 750 sazî û dezgehan ji bo Kurdî bang kirin: Bila bibe zimanê fermî HATE NÛKIRIN
13:20 7 sal û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bayram
13:04 Bêrîvan Kutlu hate oxirkirin: Dê bi têkoşîna xwe azadiyê bê bibîranîn
12:49 Tunç têkildarî serdana Îmraliyê got: Biryar a komîsyonê ye
12:44 Bakirhan: Divê komîsyon demildest biçe Îmraliyê HATE NÛKIRIN
12:37 Parêzerê Navenda Giştî ya CHP'ê: Em ê van rojên tarî derbas bikin
12:04 Ji bo rakirina parêzbendiya 11 wekîlan fezleke hat amadekirin
11:10 Zelenskî ragihand ku dê were Tirkiyeyê
11:09 Bahçelî: Heke kes xwe nede ber ez dikarim tevî 3 hevalên xwe biçim Îmraliyê
11:03 NY’ê plana Xezeyê ya DYA’yê qebûl kir
10:49 Huseyîn Ozsoy: Civakên rêxistinkirî, civakên azad in
10:44 Polîsan bi ser pêşangeha 25’ê Mijdarê de girtin: 7 wêne hatin desteserkirin
09:46 Êdî kes nikare penîrê bisîrik jî bikire
09:37 Fermandara Êzdî Dilvîn Şengalî: Em fêr bûn ku mêr û qanûn nikarin biparêzin
09:08 'Ji ber wêneyekî jiyana me perîşan kirin'
09:06 Berdevkê SMF'ê Gurz: Aştî bi têkoşîna bindestan dikare bê geşkirin
09:04 Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN
17/11/2025
19:57 Rêbazên li dijî tundiyê nîqaş kirin
17:49 Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da
15:23 Cara ewil di girtekên Meclisê de peyvên bi Kurdî cih girt
15:15 Ji bo girtiyên jin li gelek bajaran daxuyanî hat dayin: Em piştevaniyê mezin bikin
14:53 Şîna Fadîme Elkanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:37 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin
13:01 Li Qamişloyê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
11:09 Pere û zêrên di nav gilêşî de dîtîn radestî xwediyên wan kirin
11:03 Temellî: Komîsyon dê ji bo zagona taybet raporê amade bike
11:00 Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe
09:57 Li Kerboranê ciwanek hate kuştin
09:57 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir
09:31 Welatiyên Mersînê: Muxatabê pirsgirêkê Rêberê me ye
09:25 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Armanca TJA’yê azadî ye’ derket
09:23 ‘Têkoşîna li dijî tundiyê veguherîna mêran jî pêwîst dike’
09:20 'Mafê hêviyê mafeke gerdûnî ye li gorî pêvajoyê nayê nirxandin'
09:15 Hevberdevkê Platforma Şiyar Be: Tenê bi me ve encam nayê girtin, divê hemû dînamîk xwedî gotin bîn
09:14 Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncav
09:05 Foza Yûsif: Divê li cîhanê li gorî perspektîfa jinê bê rêxistinkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2025'AN
16/11/2025
16:46 Jinan li dijî fihûş û tiryakê banga têkoşînê kir
16:36 Endamên HPG’ê li Stenbolê hatin bibîranîn
16:13 Şîna Yildiz ê YPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:27 TJA’yê li Dîlokê atolyeya ‘têkoşîna li dijî tundiyê’ li dar xist
14:22 Li Wanê Daristana Rojîn Kabaîşê hate çêkirin
14:16 Li Dêrsimê beriya mitîngê meşeke girseyî hat lidarxistin
14:13 Tê payin ku Paketa Darazê ya 11’an vê hefteyê pêşkeşî Meclisê bê kirin
14:00 Tulay Hatîmogûllari: Ey îktîdar, destên xwe ji Dêrsimê vekişîne
13:53 Demîrtaş: Em ê bi hev re pêşerojeke wekhev û adilane ava bikin
13:49 Ji zaroka 15 salî 3 roj in agahî nayên girtin
13:13 Ji faîlên Şûle Çetê Berk Akand hate berdan
13:11 Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL
12:20 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê
11:45 Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin
11:12 Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin
11:10 Du çîrokên serkeftinê
10:11 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:29 Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir
09:19 Xizmê girtî: Rûyê dewletê di girtîgehan de aşkera dibe
09:17 Rexmê rapora 'ji sedî 62 astengdarê zihnî ye' jî Taş nayê berdan
09:15 'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'
09:06 Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
15/11/2025
16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
14:20 Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
14:00 Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê
13:27 Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin
12:55 Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn
12:45 Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
12:42 Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk
09:50 'Ji bo tevkariyê li aştiyê bike divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin'
09:27 10 sal in kujerên Selamet Yeşîlmenê nehatine dîtin: Em li benda edaletê ne
09:11 Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...
09:10 Zivistan barê wan ê aborî giran dike
09:09 'Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne; pirsgirêk qanûn in'
09:07 Xaniyên Ermeniyan ê dîrokî yek bi yek tune dibin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2025'AN
14/11/2025
18:52 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê bi piştevaniyê tarîtiyê hilweşînin
15:50 Jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê aşkera kirin: Em ji bo aştiyê bi israr in
15:04 Di doza Lemanê de ji bo Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin
14:59 ‘Bila cihê gora Seyîd Riza bê nîşandan’
14:10 Cerdevanên 4 kes birîndar kiribûn hatin berdan
13:51 Dayika girtî Tunelî ya 92 salî: Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?
13:02 Tanrikulu: Divê gavên baweriyê didin bên avêtin
Ekmen: Piştgiriha civakê ji bo pêvajoyê girîng e
13:01 Beşa 4’an a hevpeyvîna hatiye astengkirin: Divê dewlet bê demokratîkkirin
11:11 Prof. Dr. Nîlgun Toker: Divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve bê misogerkirin
10:51 Bakirhan: Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan
10:20 Ji ber ‘tacîz û mobîngê’ giliyê serokê daîreyê yê MARSU’yê hat kirin
10:01 Li ber deriyê her dibistanê ne: Hedefa 'sereke' zarokên keç û jin in
09:38 Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekaliyî çênabe
09:33 'Nepêkanîna mafê hêviyê nîşaneya dijberiya li demokrasiyê ye'
09:20 'Divê rojeva her kesî berdana girtiyên nexweş be'
09:19 Li Girtîgeha Jinan a Erzinganê muameleya 'li gor sûc'
09:02 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
13/11/2025
20:32 'Em ê jiyana xwe emanetî têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bikin'
20:24 Cinayeta kar a li Pasûrê hat şermezarkirin
16:35 Balyozxaneya Sûriyeyê ya Londonê piştî 13 salan hat vekirin
16:29 Bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyan dan: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e
16:08 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
16:07 Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin