NAVENDA NÛÇEYAN - Devlet Bahçelî, di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî û got: “Komîsyon êdî gihiştiye qonaxa dawî. Tu wateya xwenedayîna ber a çûna Îmraliyê nîne. Heke kesek xwe nede ber vê serdanê, ez dikarim 3 hevalên xwe bidim gel xwe û biçim Îmraliyê.”
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî.
Devlet Bahçelî, têkildarî pêvajoya piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin axivî û got: “Komîsyon êdî gihiştiye qonaxa dawî. Tu wateya xwenedayîna ber a çûna Îmraliyê nîne. Heke kesek xwe nede ber vê serdanê, ez dikarim 3 hevalên xwe bidim gel xwe û biçim Îmraliyê.”
Di berdewama axaftina xwe de Bahçelî bal kişand ser çekberdana PKK’ê û pêvajoya xwefesixkirinê û got ku hin kesên dixwazin zirarê bidin pêvajoyê hene. Bahçelî, anî ziman ku divê di pêvajoyê de hişyar bin û got: “Êdî bihara miletê Tirk dê mayinde be. Armanc ji bo xêrê ye, encam jî dê bi xêr be. Tekane daxwaza me ew e ku her kes bi berpirsyartî tevvigere. Wekî her carê em dibêjin, her tişt ji bo Tirkiyeyê ye.”
Bahçelî, destnîşan kir ku hedefa wan a “Tirkiyeya bêteror”, hewldana herî girîng a polîtîk e.
Bahçelî, diyar kir ku komîsyona pêvajoyê êdî di qonaxa dawî de ye û got: “Êdî gengaz e ku şandeya dê biçe Îmraliyê bê tespîtkirin. Hewceye êdî nîqaşa çûyîna Îmraliyê bê bidawîkirin. Tu wateya xwenedayîna ber a çûna Îmraliyê nîne. Heke kesek xwe nede ber vê serdanê, ez dikarim sê hevalên xwe bigirim gel xwe û biçim Îmraliyê. Ez xwe jê nadim paş ku li ser heman maseyê rû bi rû biaxivin. Ez ê bi merdan e, bi jixwe bawer li nava çavê muxatabê xwe binêrim û jê re bibêjim.”
Di berdewamê de Bahçelî pirsa “Ji hevalên xwe yên wekîl, li hevalên xwe yên dozê, li kesên ev der bi hatine xwe rûmet xistin re dibêjim; hûn destûrê didin ez biçim Îmraliyê?” kir. Di dema pirsê de kesên di civîna komê de li çepikan xistin. Bahçelî jî got: “Bijîn. Vaye cewhera milet li vir e. Biryara rasteqîn a milet jî ev e.”
'HEVDÎTIN LI SER XETEKE MAQÛL IN’
Bi domdarî Bahçelî bal kişand ser hevdîtinên di navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de û got: “Mizakereyên entegrasyonê yên di navbera HSD-YPG û Hikûmeta Navendî de, pêşketina heyî, tevî hin provokasyonan jî roj bi roj li ser xeteke maqûl pêş dikevin. Cihê keyfxweşiyê ye ku serokkomarê Sûriyeyê bi Serokê DYA’yê re hevdîtineke çêker û erênî kir û li ser mekanîzmayên zelal ên ji bo cîbickirina mitabeqeta 10’ê Adarê lihev kirin.”
