ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî di nav de, der heqê 11 wekîlan de ji bo rakirina parêzbendiyê dosya şandin Serokatiya Meclisê.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel jî di nav de der heqê 11 wekîlan de ji bo rakirina parêzbendiyê, fezleke hatin amadekirin. Serokatiya Meclisê, fezleke ji Komîsyona Têkel re şand.
Wekîlên der heqê wan de fezleke hatine amadekirin ev in: “Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê û Wekîla Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, Serokê Giştî yê CHP’ê û Wekîlê Manîsayê Ozgur Ozel, Wekîlê CHP’ê yê Sakaryayê Umît Dîkbayir, Wekîlê CHP’ê yê Orduyê Mûstafa Adiguzel, Wekîlê CHP’ê yê Zonguldakê Denîz Yavuzyilmaz, Wekîlê TÎP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik, Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, Wekîla DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Wekîlê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez, Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Wekîla DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu Kutevî.”
Tê payin ku pêvajoya nirxandina dosyayên ji Komîsyona Têkel re hatine şandin di rojên pêş de were destpêkirin.
