AMED - 750 sazî, platform, înîsiyatîf, partî û derdorên civakî ku bi pêşengtiya Înîsiyatîfa Civakî ya ji bo Zimanê Kurdî, deklarasyona “Daxwazên Kurdan ên ji bo Kurdî” aşkera kirin û xwestin Kurdî bibe zimanê fermî.
Li Amedê 750 sazî, platform, înîsiyatîf, partî û derdorên civakî bi pêşengtiya Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî, bi dirûşma “Statuya Kurdî-perwerdehiya bi Kurdî” deklarasyona “Daxwazên Kurdan ên ji bo Kurdî” aşkera kir. Daxuyanî, li pêşiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) tê dayin. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî” hat hilgirtin.
Hevberdevka Komîsyona Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli Balsak axivî û got ku divê gavên li gorî ruhê pêvajoyê bên avêtin. Cemîle Turhalli Balsak got: “Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê, divê verastkirinên qanûnî bên kirin. Dewleta ku bi sala ye êrişî Kurdî dike, divê êdî dev ji van êrişan berde. Divê sansura li Meclisê jî tavilê bi dawî bibe. Hewceye dewlet demildest gavan biavêje.”
Piştre jî metna hevpar hate xwendin. Metna bi zaravayê Kurmancî Hevberdevkê Komîsyona Çand û Hunerê Heval Dilbahar, ya bi zaravayê Kirmanckî ji rêveberên Enstîtûya Kurd a Amedê Suzan Vejan û ya bi Tirkî jî Hevserokê Şaxa OHD’a Amedê Muhîttîn Muguç xwend.
‘HEMÛ ZIMAN NIRXÊN BINGEHÎN ÊN MIROVAHIYÊ NE’
Metna deklarasyonê wiha ye:
“Hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û di heqîqetê de xwedî heman mafan in.
Zimanê Kurdî nirxekî herî bingehîn ê Kurdan û mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê; bi awa, rê û rêbazên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, bişavtin, dorpêçkirin, sînordarkirin û hewldanên helandin û jiholêrakirina zimanê Kurdî sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê rastiyê; divê zimanê Kurdî ji aliyê hemû sazî û dezgehên fermî, taybet û civakî yên hemû dewlet û navdewletî ve, bi taybetî ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve bi awayekî fermî bê nasîn û bikaranîna wê li hemû qadên civakî û jiyanî ji her milî ve azad û serbest be.
DAXWAZ
Li ser vê bingehê; em 751 sazî, dezgeh, platform, înîsiyatîf, partî, kom û derdorên li jêr daxwaz dikin ku;
* Zimanê Kurdî bi awayekî fermî bê nasîn û bibe xwedî statu.
* Zimanê Kurdî ji zarokxaneyan/pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê.
* Navên hemû cih û tiştên ku di rastiya xwe de bi Kurdî ne lê wek Tirkî hatine guhertin dîsa bibin Kurdî.
* Hemû astengiyên zagonî û jiyanî yên li pêşiya zimanê Kurdî bên rakirin, zimanê Kurdî li her derê serbest û azad be.
* Ji bo azadî û serbestiya zimanê Kurdî ya mayînde, nasnameya Kurdan di zagona bingehîn de bê mîsogerkirin.
DAXWAZÊN ME DI MAKEZAGON Û ZAGONAN DE QEBÛL BIKIN
Li ser bingeha avakirina civakeke demokratîk, azad û aştiyane; em daxwaz ji hemû sazî û kesayetên rayedar ên Komara Dewleta Tirkiyeyê dikin ku van daxwazên me yên herî mirovîn hem di makezagon û zagonên xwe de qebûl bikin, hem jî ji bo ku di kiryarê de bi awayekî azad pêk bê hemû pêwistiyên hiqûqî û siyasî bînin cih.
BANGA PIŞTGIRIYÊ
Herwiha qada gelemper jî tê de, ji bo ku zimanê Kurdî li her derê û li hemû qadan bê parastin û bipêşxistin, ji bo ku di xalên me destnîşankirin de sazkirinên zagonî û makezagonî bên pêkanîn, em bang û gazî dikin ku hemû derdorên mirovîn û civakî piştgiriyê bidin. Dîsa hemû pêkhate, sazî, dezgeh, partî, platform, însîyatîf û komên demokratîk û civakî û neteweya Kurd û hemû derdorên mirovahîparêz ji bo pêkanîna van daxwazan û ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî li her der û qadan têkoşîna xwe ya mirovîn û demokratîk bilindtir xurtir û berfirehtir bikin. Her wiha pêwîstiyên van daxwazan di serî de di nava xwe de pêk bînin û zimanê Kurdî bikin zimanê hemû qadên têkoşîn, xebat û jiyana xwe.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” û bi gerandina govendê bi dawî bû.
