NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir ji hilbijartinê 31’ê Adarê heta niha 10 jê yên DEM Partiyî bi giştî li 12 şaredariyan qeyûm tayîn kir.
Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk hevşaredarên ku der heqê wan de biryarên dadgehê yên teqez tune ye de ji peywirê girt û li şûna wan qeyûman tayîn dike. Wezaretê îro jî li Şaredariya Qaxizman a Qersê qeyûm tayîn kir. Bi vê yekê re hejmara şaredariyên ji hilbijartina 31’ê Adara 2024’an heta niha qeyûm lê hatine tayînkirin derket 12’an.
Wezaretê cara ewil di 3’yê Hezîranê de li Şaredaria Colemêrgê qeyûm tayîn kr. Bi biryara qeyûm re Hevşaredar Siddik Akiş hate girtin û di 5’ê Hezîranê de 19 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn.
MODÊLA ‘LIHEVKIRINA BAJAR’ DI HEDEFÊ DE YE
Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer ê CHP’î ku bi modêla “Lihevkirina bajar” hatibû hilbijartin, di 30’ê Cotmeha 2024’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û piştre hate girtin. Di 31’ê Cotmehê de jî Cîgirê Waliyê Stenbolê Can Aksoy weke qeyûm li şûna Ozer hate tayînkirin.
Di 4’ê Mijdarê de jî li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê yên DEM Partiyî qeyûm hatin tayînkirin.
Tayînkirinên qeyûman berdewam kirin û di 22’yê Mijdarê de îcar li Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyî û li Şaredariya Pulur a Dêrsimê ya CHP’î qeyûm hatin tayînkirin. Cezayê hefsê yê 6 sal û 3 mehan ku li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul hatibûn birîn, weke hinceta tayînkirina qeyûm hatin nîşandan.
Di 29’ê Mijdarê de jî Hevşaredarê Miks a Wanê Ayvaz Hazir ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Di sala 2015’an de Hazir dema li yekîneyeke şaredariyê dixebitî beşdarî daxuyaniyekê bûbû û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 3 sal û 11 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Bi vê hincetê jî li şûna wî qeyûm hate tayînkirin.
QEYÛM LI ŞAREDARIYA AKDENÎZÊ HATE TAYÎNKIRIN
Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê yên DEM Partiyî Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz jî di 10’ê Çileyê de hatin binçavkrin û piştre hatin girtin. Di 14’ê Çileyê de jî li Şaredariya Akdenîzê qeyûm hate tayînkirin.
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş dema rojnameger bû bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Di 28’ê Çileyê de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Wezareta Karên Hundir jî di 29’ê Çileyê de Sofya Alagaş ji peywirê girt û li şûna wê qeyûm tayîn kir.
Danişîna doza Abdullah Zeydan ku bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” dihat darizandin, di 11’ê Çileyê de hat lidarxistin. Di dozê de 3 sal û 9 meh cezayê hefsê li Zeydan hate birîn. Di 15’ê Sibatê de jî li şûna wî qeyûm hate tayînkirin.
Îro jî li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin. Di 20’ê Sibatê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredar Mehmet Alkan hate birîn û bi hinceta vê cezayê jî Alkan ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin.