NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên di nava 24 saetên dawî de têk birine û hejmareke êrişkaran hatine kuştin.
Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter SMO’yê êrişên xwe yên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li dijî van êrişan bersivên tund dide. Navenda Ragihandina HSD’ê têkildarî bîlançoya şer û pevçûnên di nava 24 saetên dawî de qewimîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, HSD’ê wiha got:
“Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh (Yekşem) bi desteka balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ên êriş li derdora Bendava Tişrînê pêk anîn, hewl dan êrişî nuqteyeke şervanên me bike. Şervanên me bersiva êrişê da û şer derket. Di şer de hejmarek çete hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.
Li eniya Dêr Hafirê jî çeteyan bi desteka balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker êrişî noqteyeke şervanên me kir. Şervanan bersiv da û şerekî dijwar derket. Şervanan nuqteyeke leşkerî ya çeteyan û motorsîklêtek rûxandin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna û Melha yê derdora Pira Qereqozaxê bombebaran kir. Di encamê de zirarên madî çêbûn. Di heman demê de gundên Tîna, Cade, Bîro Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha û Sina, Girê Sêvê û Qereqozaxê bi zêdetirî 80 guleyên obusên giran, tank, roket û hawanan topbaran kirin. Ji ber topbarana ketober, zirarên madî gihaştin mal û milkên şêniyan. Çeteyan her wiha bi desteka balafir û obusan hewl dan êrişî nuqteyên hêzên me bikin. Şervanên me bersiv da û şer qewimî. Di encamê de êriş hat têkbirin û hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.
Balafirên şer û yên bêmirov di tevahiya rojê de li ser Kobanê, Eyn Îsa û gundewarên wan digeriyan."