NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara sosyalîst û wergêr Sevîm Bellî jiyana xwe ji dest da.
Nivîskara sosyalîst û wergêr Sevîm Bellî di 100 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Sevîm Bellî, di sala 1925’an de li Stenbolê ji dayik bû. Piştî ji Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bûy, çû DYA’yê û ji wir jî li derbasî Parîsê bû û li wir dest bi perwerdeya pisporiyê kir. Li vir beşdarî 3’yemîn Mihrîcana Ciwan û Xwendekaran a Cîhanê bû. Di Tebaxa 1951'ê de li Berlînê wê û Nazim Hîkmet hev nas kirin û di navbera rêveberên TKP’ê yên li welat û derveyî welat de karê qasidiyê kir. Dema ji Stenbolê vedigeriya Parîsê hate girtin. Li dijî TKP'ê operasyoneke berfireh hate destpêkirin û Sevîm Bellî jî hate binçavkirin. Tevî endamên Komîteya Navendî ya TKP’ê Şefîk Husnu Degmer, Zekî Baştimar, Reşat Fuat Baraner, Mehmet Bozişik, Halîl Yalçinkaya û Mîhrî Bellî hate girtin. Di sala 1957’an de li girtîgehê bi Mîhrî Bellî re zewicî.
Ji ber ku mafê bijîşktiyê yê kesên ji ber komunistbûnê hatin girtin ji dest hate girtin, di sala 1964’an de ji bo karê bijîşktiyê tevî zarokên xwe çû Cezayîrê. Di sala 1966'an de vegeriya Tirkiyeyê. Di serdema 12’ê Adarê de dîsa hate girtin û 3 salan di girtîgehê de ma. Piştî derbeya 12’ê Îlonê dîsa çû derveyî welat. Bîranînên xwe bi navê “Boşuna Mı Çiğnedik” kir pirtûk.