NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara vê hefteyê ya rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Plana têkçûnê têk çû” derket.
Hejmara 271’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Plana têkçûnê têk çû” derket. Rojnameyê di hejmara vê hefteyê de bal kişand ser planên dewletê yên di nav 10 salên dawî de ji bo têkbirina tevger û rêxistinên Kurdan û encamên van planan. Her wiha rojnameyê bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd. Di nirxandinên rojnameyê de tê gotin ku pêvajoya behsa xeberê bi înîsiyatîfa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pêş ketiye û plana têkbirinê jî têk çûye.
Di surmanşeta rojnameyê de bi sernavê “Hêvî esta ke kurdî tifaqê xwu virazê” bal kişand ser tifaqa partiyên Kurdan û serdana şandeya DEM Partiyê ya li Başûr.
Di rûpela yekemîn de rojnameyê cih da nivîsa bi sernavê “Ziman girêdan û berxwedan” ku balê dikişine ser têkoşîna zimanê zikmakî. Nivîskar Felemez Ulug jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Înkar têk çû” re bale dikişîne ser têkoşîna Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji salên 1990’î heta niha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dide. Felemez Ulug destnîşan dike ku înkara ku heta niha li ser Kurdan hatiye ferzkirin di encama têkoşîna gelê Kurd, tegera azadiyê û berxwedana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de têk çûye.