Ceza dan girtiyên govend gerandin
- rojane
- 11:15 11/9
Li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê bi hinceta ku di 15’ê Tebaxê de govend gerandine, cezayên disiplînê dan li 10 girtiyên siyasî.
Li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê bi hinceta ku di 15’ê Tebaxê de govend gerandine, cezayên disiplînê dan li 10 girtiyên siyasî.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê biryara “binpêkirinê” ya têkildarî Abdullah Ocalan nîqaş bike. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak ê ev biryar nirxand, destnîşan kir ku divê Tirkiye di hiqûqa navîn de sererastkirinan bike.
Bi ser Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê re 44 sal derbas bûn û yek ji şahid û mexdûrên darbeyê Huseyîn Bariş wiha got: “Îktîdar diguherin lê heman zîhniyet e.”
Di lêpirsîna der barê avêtina ji helîkopterê ya 2 gundiyan de 4 sal in biryara "nepenîtiyê" nehatiye rakirin. Parêzer Hamît Koçak got: "Mekanîzmayeke dewletê ya ku sûcdaran diparêze heye."
Li Edeneyê ji bo tev li daxuyaniya li dijî xespa îradeyê ya Wanê bûn derbarê 7 kesên ku polîsan êrişî wan kirin de lêpirsîn hate destpêkirin. Balkêş e ku derbarê yek ji van kesan rêveberê DEM Partiyê yê Edeneyê Ahmet Akdogan de bi hinceta dirûşma “AKP ya kujer û diz” lêpirsîn hate destpêkirin.
Orhan Işik diyar kir ku Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet xebateke di ser sazî û dezgehan re ye û got: "Birêz Ocalan êdî xwedî nasnameyeke navneteweyî ye ku sînorên Rojhilata Navîn derbas kiriye. Înîsiyatîf, ji cihekî wiha dest pê kir û heta tecrîd rabe em ê têkoşînê bidomînin."
Ji Platforma Malbatên li Pey Edaletê parêzer Eren Can ê ji bo dayik û bavê xwe yê di erdhejê de jiyana xwe ji deste dane, têkoşîna edaletê dide, bertek nîşanî 19 meh in amade nekirina îdianameyê û ropora pispor da.
Sînan Sutpak ku zêdetirî 31 salan di girtîgehê de ma diyar kir ku ji ber xwedîderketina li nasname û zimanê xwe, xwestin wî ceza bikin. Sutpak, wiha got: “Ji bo teslîmgirtina vîna girtiyan, gelek zordestiyan dikin. Vê yekê di heman demê de bi xwe re berxwedan afirand.”
Rêya gundê Qurçikê yê navçeya Gimgimê zivistanê di nava heriyê de û havînan jî di nava tozê de ye. Li gund 150 xanî hene lê binkeya tenduristiyê nîn e, nexweş heya cihekî bi wesayîtê diçin piştre bi hespan tên û diçin.
Qetilkirina Narîn Guran a 8 salî hat şermezarkirin. Polîsan êrişî çalakiya li Stenbolê kirin û 6 kes binçav kirin.
Nevzat Bahtiyarê ku got wî cenazeyê Narîn Guranê xistiye çem, hat girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê xwişka Narîn Guran, Tulîn Guran ya di 2019’an de jiyana xwe ji dest daye lêpirsîn da destpêkirin.
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo Narîn Guran a ku mafê jiyana wê hat binpêkirin, bi deqeyeke rêzgirtinê civiya. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak li meclîsê axivî û got, "Em li vir vê hovîtiya rêxistinbûyî ya ku keçeke 8 salî qetil kir, şermezar dikin."
Li navçeya Cîzirê zarokê 18 mehî Mehmet Aytûn ji ber fîşeka xaza îsotê ya leşkeran avêtiye jiyana xwe ji dest da. 15 sal piştî bûyerê biryara keşifkirina cihê bûyherê hate dayîn.