ROJEVA 11'Ê ÊILONA 2024'AN
- rojane
- 09:00 12/9
ARÎ-DER'ê destnîşan kir ku heyama perwerdehî û hîndekariyê ya nû bi awayekî ji zimanê dayikê bêpar dest pê kiriye û banga her derê bikin kurdî kir.
Li gorî rapora ku ÎSÎG’ê têkildarî zarokên dixebitin amade kiriye, di saleke dawî de herî kêm 66 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş serdana Emîne Şenyaşar kir û got: “Nepêbaweriya herî mezin bêedaletî ye. Pêbawerî bi edaletê û hiqûqê pêk tê.”
Serokkomarê Îranê li gel şandeyek aborî û siyasî ji bo hin peymanan îmze bike hate Bexdayê. Di serdanê de Iraq û Îranê derbarê mijarên cuda de 14 peyman îmze kirin.
Apê Narîn Guran, Salîm Guran ê di çarçoveya lêpirsînê de hatibû girtinji wezîfeya mixtariyê hat dûrxistin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî civîna MYK’ê ya berdewam dike anî ziman ku di çarçoveya hevpariya têkoşînê de plansaziyên nû dikin.
Li gundê Qetîn ê bi ser Karazê ve perwerdekarê Kursa Quranê Osman E. li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk anî.
Li Colemêrgê polîsekî, etîketa sîluetê endamê JÎTEM’ê Cem Ersever bi motosîkleta xwe ve kir.
Danişîna doza 15 kesên ku bi hinceta li gel stranên kurdî li Dêrsimê govend gerandine tên darizandin hate taloqkirin.
Dewleta tirk li Eyn Îsayê stasyona ava vexwarinê bombebaran kir.
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Şaredariya Qoserê li navçeyê kampanyayeke mezin a paqijiyê da destpêkirin.
Girtî Erdal Daghan ê ji aliyê leşkerên ku îşareta gurê boz kirin ve hate derbkirin û bi kuştinê gef lê hate xwarin serî li OHD’ê da.
Gelek derdoran ji bo greva giştî ya bi boneya salvegera qetilkirina Jîna Emînî hatiye destpêkirin peyamên piştgiriyê dan.
Meleyê gundê Çûlî yê di çarçoveya lêpirsîna der barê kuştina Narîn Guran de hatibû binçavkirin, piştî îfade da hat berdan.