MÊRDÎN – Li Mêrdînê dozgeriyê têkilarî kesên ku wêneyên kişandine ve gef li jinekî xwarin û şantaj kirin, lêpirsîn ne ji ber “sûcê zayendî” ji ber “şantaj û binpêkirina jiyana taybet” îdianama amade kir.
Li Mêrdînê jinek di sala 2023’yan de dema 19 salî bû ji aliyê mêrên bi navên A.B. û B.B. ve rastî tacîza zayendî hat. Mêrê bi navê A.B. piştre wêneyên jinê yên nemunasib bi mêrên din re jî parve kir û ji bo têkiliya zayendî gef li jinê xwarin. Piştre kesên ku li ser medya dijîtal li jinê şantaj kirin, bi parvekirina dîmenan li ser medya dijîtal û şandina ji bo malbatê ve gef li jinê xwarin. Jina ku dîmenên wê li ser komên WhatAppê hat parvekirin serî li Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) dan û têkildarî wan kesan serlêdana gilî kir. Di çarçoveya lêpirsînê de kesên ku hatin girtin, piştre hatin berdan.
SÛCÊ ZAYENDÎ NEHAT DÎTIN
Dozgeriya ku di çarçoveya lêpirsînê de îdianame amade kir, derheqê kesan de xwest ku ji ber sûcên “Şantaj, parvekirina daneyên taybet ên ne li gorî hiqûqê hatine desteserkirin” û “binpêkirina jiyana taybet” bên cezakirin. Heman dozger, têkildarî tacîza zayendî û gefxwarinê lêpirsîn neda destpêkirinê.
ÎDIANAME
Li gorî agahiyên di nava îdianameyê de, hatiye diyarkirin ku kesan sûcdarî qebûl nekirine. Lêbelê derketiya holê ku di telefon û di maîlên kesan de gef li jinê hatiye xwarin û hesabên medya dijîtal ê ku dîmen parvekirine yên wan kesan e. Herwiha hatiye tespîtkirin ku wêneyên jinê di telefona kesan de hatiye dîtin. Hat diyarkirin ku “kesan daneyên taybet ne li gorî hiqûqê desteserkirine” û ji bo jin “ bi wan re hevdîtine bike, şantaj kirine”.
DANIŞÎNA EWIL HAT LIDARXISTIN
Danişîna ewil a dozê çend roj berê hat lidarxistin. Di danişînê de rexmê delîlan bersûcan, sûcên xwe red kirin. Dadgehê, daxwaza beşdariya jinê ji bo danişînê qebûl kir û biryara lêkolîna rewşa aboriya bersûcan da û danişîn taloqî 22’yê Kanûnê kir.
MA / Ahmet Kanbal
