ÎZMÎR – Jinên ciwan diyar kirin ku ew xwe li wargehên KYK’ê di ewlehiyê de nabînin û gotin divê piştevanî û parastina cewherî bi rêxistin bikin.
Li Tirkiyeyê politikayên desthilatê ya li dijî jinan, ji bo jinan pirsgirêkên cidî yên ewlehiyê çêdikin. Di sala 2025’an de di nava 9 mehan de 200 jin hatine kuştin û 225 jin jî bi awayeke mirina biguman jiyana xwe ji dest dane ev yek pirsgirêka ewlehiyê ya jinan nîşan dide. Li cihê herî zêde jin bi pirsgirêkên ewlehiyê re rû bi rû dimînin wargehên Saziya Kredî û Wargehên Xwendinê (KYK) ne. Di salên dawî de wargehên KYK’ê bûne cihê qetilkirin, destdirêjî, tecawiz û mirina biguman a jinan. Hîlal Ozemîr a ku li Zanîngeha Bogazîçiyê hat qetilkirin, Zeren Ertaş a ku li Aydinê li wargeha KYK’ê jiyana xwe ji dest da û Rojîn Kabaîş a ku li Wanê bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da tenê çend mînak in.
Denîz Şenturk û Samiye Yakici ya ku li wargehên KYK’ê dimînin têkildarî pirsgirêkên ku li wargehê pê re rû bi rû dimînin axivîn.
‘EM LI WARGEHAN DILNEREHET IN’
Denîz Şenturk a ku li Îzmîrê li wargeha KYK’ê dimîne diyar kir ku li wargehên KYK’ê pirsgirêkên cidî yên ewlejiyê heme û yek ji vana wargeha jinan a li Bayrakliyê ye û ev tişt got: “Hevalên jin her tim bi tacîza bi gotinê ve rû bi rû dimînin. Mêr bi wesayîtan tên wir û hevalan aciz dikin bi rehetî dikevin nava wargehê. Tu tevdîr û mueyîdeyeke rêveberiyê li dijî vê tune ye. Dema em daxwaznameya gilî pêşkêş dikin midaxileyê saetê çûn û hatina me ya wargehê dikin. Her tim em berpirsiyar tên dîtin. Ji bo em bi gefan re rû bi rû nemîn em bifikar in dilnerehet in. Em li wargehên KYK’ê xwe di ewlehiyê de nabînin. Tu tevdîteke parastinê tune em vê jî dizanin.”
‘DIVÊ EM BI HEVRE PARASTINA CEWHERÎ AVA BIKIN’
Denîz Şenturkê, bal kişand ser winabûn, tacîz û qetilkirina jinan û diyar kir ku ev ji ber polîtîkayên desthilatê yên li dijî jinan pêk tên û ev tişt got: “Zanîngeh ji bo hişmendî û azadiya jinan qada herî girîng e lê ev ji bo desthilatê rewşeke ‘bixeter e’. Dixwazin jinan di wargehên KYK’ê de hefs bikin. Hemû astengiyên li vir azadiya jinê sînordar dikin. Me di mirina Rojîn Kabaîşê de jî dît ku ATK’ê rapor veşartiye û piştî salekî xiste dosyayê. Divê em bertekên jinan ên li dijî êrişan wek parastina cewherî bibinin. Divê em bi hevre parastina cewherî ava bikin.”
MIRINÊN BIGUMAN ÊN JINAN
Samiye Yakici dilyar kir ku ji ber xizaniyê xwendekar li wargehên KYK’ê de dimînin û jin di dabînkirina pêdiviyên xwe de zor û zehmetiyan dijîn û wiha axivî: “Polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê yên li dijî jinan em dzianin, jinên ku li van wargehan dimînin fuhûş li wan tê ferzkirin. Ev encama polîtîkayên desthilatê ye. Em dizanin mirina Rojîn Kabaîşê jî ne intihar e û mirinên wiha biguman ne qeze û inrihar in. Herwiha em dizanin ku bi qetlên wiha ve kiryarên mêr tên parastin. Em ne ji bo edaleta mêr lê ji bo edaleta rastîn têdikoşin. Wekî mirina biguman a Rojînê em ê ji bu hemû mirinên biguman bên ronîkirin têbikoşin.”
MA / Ugurcan Boztaş
