NAVENDA NÛÇEYAN – Di çalakiyên li Enqere, Îzmîr û Stenbolê de tehliyeya girtiyên nexweş Kemal Ozelmali, Ozgur Azad Încî û Cemîl Îvendî hat xwestin. 
	Di çalakiyên li Enqere, Îzmîr û li Stenbolê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û daxwaza tehliyeya wan hat kirin. 
	ENQERE
	Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di çalakiya 581’emîn a ji bo rewşa girtiyên nexweş de bal kişand ser rewşa Kemal Ozelmali yê ku li Girtîgeha Hejmar 2 a bi Ewlekariya Bilind a Sincanê tê ragirtin.
	Rêveberê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê Bariş Barişik daxuyanî da. Bariş Barişik di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Kemal Ozelmali ku di Girtîgeha Sîncanê de ragirtiyê û tevî 30 sal “cezayê” wî qedyayê jî nayê berdan. Bariş Barişik diyar kir ku girtiyê nexweş Kemal Ozelmali pêdiviyên xwe bi tenê serê xwe nikare dabin bike û wiha got: “Kemal Ozelmali bi alîkariya hevalên li cem wî dikarê pêdiviyên we dabin bike. Nexweşiyên wî yên weke Alzheimer, hepatit, kêmbûna gurçikan, prostat, mîde û çavan heye. Tevî vê yekê jî bi salan ê nikarê bigehêje mafê tenduristiyê. Kemal Ozelamli tevî 30 sal in di girtîgehê de ye jî nayê berdan. Divê Kemal Ozelmali demildest be berdan û bi awayekî rêk û pêk li nexweşxaneyeke be derman kirin. Di van şert û mercan de dilgirtina Kemal Ozelmali li dijî hiqûqê û mirovahiyeyê.” 
	Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
	ÎZMÎR
	Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, bi daxwaza “Azadî ji bo girtiyên nexweş” çalakî li pêşiya Sumerbank a kevin li dar xist. Gelek kes beşdarî çalakiya ku pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûs” hat hilgirtin, bûn. Rêvebirê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Mustafa Kizartici, vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ozgur Azad Încî yê ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. 
	Kizartici, rave kir ku Încî di sala 1999’î de hatiye girtin û di girtîgehên Amed, Sêrt, Antalya û Osmaniyeyê de maye û nexweşiya wî ya psikoz û şîzofrenî heye û ji sala 2007’an ve dermanên psîkiyatrî bikar tîne. Kizartici wiha axivî: “Încî di 30’ê Tîrmeha 2025’an de sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Kirşehîrê hatiye kirin û nexweşxaneyê rapora ‘rewşa wî ji bo girtîgehê guncan e’ daye. Divê tedawiyên wî yê psîkoterapî û rahabîlîtasyonê bên kirin. Mercên girtîgehê li ser dêrûniya Ozgur Amed Încî neyînî bandor kiriye û em dixwazin Tiba Edlî rewşa wî ji nû ve binirxîne.” 
	STENBOL
	Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, li pêşiya avahiya komelê ya li Beyoglûyê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya “Rûniştina F’ê” ya 709’emîn li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa Cemîl Îvrendî yê ku li Girtîgeha Tîpa S’ê ya Kirşehîrê tê ragirtin.
	Endamê ÎHD’ê Umît Tekay Dîşlî metna daxuyaniyê xwed û diyar kir ku Cemîl Îvrendî nexweşê dil, hipertansiyon, kolestrol, anal fitul û astimê ye û ev tişt got: “Tevî nexweşiya dil, di sala 2006’an de teşhîsa astim û hîpertansiyonê lê hatiye kirin û divê bi awayeke bi rêk û pêk tedawiya wî bê kirin. Îvrendî di sala 2007’an de teşhîsa nexweşiya anal fîstul lê hate kirin û ji ber tedawiya wî nehatiye kirin xwîn jê diçe. Ji ber vê nexweşiyê di sala 2008’an de li Erziromê, di sala 2015’an de li Nexweşxaneya Osman Gazî ya Eskîşehîrê û di sala 2017’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Eskîşehîrê hat emeliyatkirin. Di sala 2018’an de careke din hat emeliyatkirin lê birîna wî baş nebû. Ji ber tecrîda giran a li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tedawiya wî bi rêk û pêk nayê kirin.”
	Dîşlî, diyar kir ku divê tedawiya Îvrendî bê kirin û bibîr xist ku Îvrendî rexmê înfaza xwe temamkiriye jî tehliyeya wî tê astengkirin û daxwaza tehliyeya wî kir.



