AMED - DFG’ê rapora xwe ya binpêkirinên mafan a meha Sibatê eşkere kir û got ku rojnamegerek hatiye qetilkirin, 18 hatine binçavkirin û 8 jî hatine girtin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya binpêkirnên mafên rojnamegeran a meha Sibatê eşkere kir. Li gorî rapora li ser malpera înternetê ya komeleyê hatiye parvekirin, di meha Sibatê de jî binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran domiyan.
Daxuyaniya DFG’ê wiha ye:
“Di nava mijarên sereke yên di meha Sibatê de herî zêde hatin nîqaşkirin de dîsa binçavkirina rojnamegeran û mûameleya li dijî wan hebû. Di meha Sibatê de bi ser mala 7 rojnamegeran de girtin û 18 rojnameger binçavkirin. Ji 18 rojnamegerên hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin. Şopandina nûçeyan a 8 rojnamegeran hate astengkirin û gef li 3 rojnamegeran hate xwarin.
ROJNAMEGER HATIN GIRTIN Û BINÇAVKIRIN
Di hefteya ewil a meha Sibatê de nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Bûrsa Mûxalîfê Ozan Kaplanoglû û rojnameger Alî Bariş Kûrt hatin binçavkirin û girtin. Bi taybetî bi ser mala hempîşeya me Oznûr Deger a bi malbata xwe re dijiya de hate girtin û tundî lê hate kirin. Tundiya li dijî Oznûr Degerê tene bi serdegirtina malê bisînor nema, li nexweşxaneya birinê jî berdewam kir û bi awayekî keyfî rapora derbê nedanê. Herî dawî hempîşeya me bêyî ku malbat û parêzerên wê bên agahdarkirin sirgunî Girtîgeha Erzîncanê hate kirin.
ROJNAMEGER JI PIŞT VE HATIN KELEMÇEKIRIN
Polîsan di sibeya 15’ê Sibatê de bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku li dijî hewldayîna tayînkirina qeyûm nobet lê dihate girtin de girtin. Di êrişê de polîsan di dema serdegirtinê de nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, rojnameger Medîne Mamedoglû, Rûşen Takva û Behçet Bayhan ku nobet dişopandin binçav kirin. Rojnamegerên di bin çavan de hatin derbkirin bi piştê ve hatin kelemçekirin. Dîsa di operasyona li dijî HDK’ê de rojnameger Elîf Akgul, Yildiz Tar, Ercument Akdenîz, Saîme Ogûzhan û rojnameger-nivîskar Ender Îmrek bi serdegirtina malên wan hatin binçavkirin. Ji van 4 rojnameger hatin girtin û cezayê hefsa malê li Ender Îmrek hate birîn.
ROJNAMEGEREK HATE QETILKIRIN
Di êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de careke din rojnameger hedef hatin girtin. Di êrişa 15’ê Sibatê li dijî herêma Tişrînê hate lidarxistin de rojnameger Egîd Roj hate qetilkirin. Di şeş mehên dawî de di êrişên dewleta tirk de 6 rojnamegeran jiyana xwe ji dest da.
DOZÊN ROJNAMEGERAN
Mesaiyên rojnamegeran ên edliyeyê di meha Sibatê de jî berdewam kirin. Ji 8 rojnamegeran re lêpirsîn hate destpêkirin û lêpirsîna 8 rojnamegeran veguherî dozê. Di meha Sibatê ku darizandina 26 rojnamegeran berdewam kir de di van darizandinan de li 4 rojnamegeran bi komî 4 sal û 11 meh cezayê hefsê û 127 hezar lire cezayê pereyî hate birîn.
SANSUR
Pêdivî ye ku mirov bi taybetî behsa sansura di nav binpêkirinên mafan ên di meha Sibatê de ye bike. Sansûr li Tirkiyeyê her ku diçe ji amûra zextan derdikeve û bûye weke rejîmekê. Di meha Sibatê de bi dehan hesabên rojnameger û saziyên çapemeniyê bi awayekî bêhiqûqî hatin astengkirin. Bi giliya Fermandariyên Cendermeyan ên Bajaran ku tu rayeya wan nîne gelek hesab bi binpêkirina rêgezên hiqûqê yên navnetewî hatin girtin. Platforma Xyê jî li dijî vê bêhiqûqiyê serî tewand û bû amûreke vê sansurê. Di meha Sibatê de gelek ji wan yên rojnamegeran 309 hesab ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Parvekirina 26 nûçeyan jî hate astengkirin.
Di 5’ê Sibatê de bi daxwaza Midûriyeta Giştî ya Polîsan a girêdayî Wezareta Karên Hundir 126 hesabên X’ê û 14 parvekirin ji xwegihandinê re hatin astengkirin. 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlh a Wanê 90, 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Sûlh a Semsûrê li ser daxwaza Fermandariya Cendermeyan a Semsûrê 21 malperên înternetê û xwegihandina hesabên medyaya dîjîtal ji xwegihandinê re astengkirin.
HESABÊN HATIN ASTENGKIRIN
Di nava hesabên ku hatin astengkirin de hesaba Arti Gerçekê ya X’ê ku 366 hezar şopînerên wê hebûn, hesaba kurdî ya JINNEWS’ê, hesaba Youtubeyê ya Rojnameya Yenî Yaşamê, hesaba ETHA’yê û hesabên rojnamegerên weke Yavûz Baydar, Hayko Bagdat, Abdûrrahman Gok, Fehîm Işik jî hebûn. Hesaba Youtubeyê ya rojnameger Abdûrrahman Gok ku tenê bi motora xwe Vlog dikişandin jî li Tirkiyeyê hate girtin. Ev yek bi awayekî şênber nîşan dide ku li dijî rojnamegeran sansureke çawa heye.
Di meha Sibatê de Ajansa Mezopotamyayê, servîsa Kurdî ya Dengê Amerîkayê, kovara Ozgur Gelecekê jî di nav de 6 malperên înternetê ji xwegihandinê re hatin astengkirin. Her wiha cezayên RTUK’ê di vê mehê de jî berdewam kirin. RTUK’ê ji 19 bernameyan re ji sedî 3 cezayê îdarî yê pereyan birî. Li aliyê din dozgeriyê di lêpirsîna Parka Geziyê de dest bi lêkolîna medyayê jî kir. RTUK a ku ji dozgeriyê re nivîs nivîsand, xwest ku qeydên weşanê yên saziyên medyayên ku di dema bûyerên Parka Geziyê yên beriya 12 salan pêk hatin de weşanên propaganda di nav de hene ji dosyaya lêpirsînê re bên şandin.”