NAVENDA NÛÇEYAN – HPG’ê ragihand ku tevî agirbesta hatiye ragihandin jî êrişên dewleta Tirk ên ji hewayî û bejahî ve didomin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. PKK’ê jî di 1’ê Adarê de daxuyanî da û got ku ew ê li gorî bangê tevbigerin û agirbest ragihand. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskê weşand. Li gorî nûçeya ANF’ê; HPG’ê diyar kir ku tevî biryara agirbestê ya PKK û HPG’ê jî êrişên dewleta tirk didomin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Piştî daxuyaniya agirbestê ya partiya me PKK'ê û fermana Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastinê ya Gel, hêzên me ji 1'ê Adara 2025'an û pê ve ketin pozîsyona agirbestê. Lê belê li gel ku hêzên me di pozîsyona agirbestê de ne, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên hewayî û bejahî yên li hemberî gerîla dewam dikin.”
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta tirk ên ji roja agirbest hatiye ragihandin heta niha wiha hatin rêzkirin:
* Di 1'ê Adarê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
* Di 1 û 3'yê Adarê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
*Di navbera 1, 2 û 3'yê Adarê de li herêma Garê qadên Spîndarê, Girê Meskenê, Dêreşê û Deşta Kafyayê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
* Di navbera 1, 2 û 3'ê Adarê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Lolan, Kendekola 28 caran, li Herêma Garê qadên Deşta Kafya, Dêreşê, Spîndarê, Mijê, Girgaşê, Girê Zengil, Kanî Sarkê, Zêvkê 138 caran, li Herêma Metînayê qadên Serê Metîna, Şêlazê, Bêşîlî 173 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê 733 caran; bi giştî 1072 caran bi çekên giran û obusan hatin bombekirin."