STENBOL - Danîşîna doza der barê rêveberên Baroya Stenbolê hatibû vekirin, destpê kir.
Danîşîna doza ku bi daxwaza betalkirina wezîfeyên Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglû û endamên desteya rêveberiyê ya baroyê hatibû vekirin, destpê kir. Kaboglu û endamên lijneya rêveberiya ji ber ku ku der barê rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa hewayî de hatibûn qetilkirin daxuyanî dane tên sûcdarkirin.
Danê sibehê ji ber biçûkbûna salonê alozî derket û piştre salona danîşînê hat guhertin. Danişîna dozê li salona 27'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê pêk tê.
Beriya danîşînê polîsan nehiştin beşdar bikevin salonê. Beşdaran bi dirûşma "Barîkatê vekin" nerazîbûn nişan dan. Beşdaran piştî demekê ketin salonê. Ji ber biçûkbûna vê salonê gelek kes li ser piyan rûniştinê dişopînin.