WAN - Dayikên Aştiyê bi bîr xistin ku PKK’ê piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agirbest ragihandiye û gotin: “Divê êdî dewlet jî gavan biavêje û agirbestê ragihîne.”
PKK’ê piştî banga Rêberê Gelê Kurd a têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd gaveke şênber avêt û agirbest ragihand. Piştî banga Abdullah Ocalan û gavên şênber ên PKK’ê, civak û siyaset jî li bendê ye ku dewlet jî gavên şênber biavêje. Dayikên Aştiyê jî gotin ku divê dewlet gavên şênber biavêje.
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Saadet Çaçan, diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng e û got: “Rêber Apo 26 sal in di girtîgehê de ye. Hinek dayikên me hêj parçeyeke keç û kurên xwe jî nedîtine. Tevî vê rewşê jî me tu caran dev ji daxwaza aştî, biratî û wekheviyê berneda. Lê ew her tim berevajî me tevgeriyan. Her ku me aştî xwest, wan daxwaza şer kir. Em niha careke din bang dikn; ma leşker, polîs û cerdevan şehîd in lê zarokên me ne şehîdin? Yên me şehîd in. Em Dayikên Aştiyê dixwazin bi destên hev bigirin û şer bi dawî bikin. Ma dê heta kengî zarokên me bên kuştin? Kurekê min şehîd bû, naxwazim tu zarokên din bimirin. Bû 50 sal di nava vê têkoşînê de me, 26 sal in di nava têkoşîna Dayikên Aştiyê de cih digirim. Roja ewil me çawa li gel aştiyê cih girtibe, bi banga Rêber Apo re em careke din aştiyê diparêzin.”
DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN
Di berdewamê de Saadet Çaçan anî ziman ku bi banga Abdullah Ocalan re divê her du alî agirbestê ragihînin û wiha pê de çû: “Heke aştî çênebe dê têkoşîna me bidome û dê dîsa li ser pêya bin û li ber xwe bidin. Bi agirbesta PKK’ê re ji bo aştiyê gaveke din a saxlem hate avêtin. Li ser vê bingehê, divê rêberê me bê berdan, hemû girtiyên di zindanan de bên berdan, pêşiya siyaseta demokratîk were vekirin, PKK were û siyasetê bike û nasnameya me bidin me. Heta ku ev şert û merc tên cîbicîkirin dê têkoşîn û berxwedana me bidome. Rêber Apo li ku be em ê li wir bin. Ew rêberê me ye, heke bibêje aştî em jî dê bibêjin aştî, heke bibêje biratî em jî dê bibêjin biratî.”
'DIVÊ DEWLET AGIRBESTÊ RAGIHÎNE’
Ji Dayikên Aştiyê Saliha Akbaş jî diyar kir ku ew her tim li gel aştiyê ne û destnîşan kir ku aliyê Kurd gavên xwe avêtine û dora dewletê ye. Saliha Akbaş, wiha got: “Gerîla agirbest ragihand û ev ji bo me gelek biqîmete. Divê dewlet guh bide me û van daxuyaniyan esas bigire. Êdî divê ew jî gavan biavêjin û agirbestê ragihînin. Êdî divê şertan bicih bînin. Şertên me jî ew in ku girtî bên berdan û şer bidin sekinandin. Heta niha jî Rojava tê bombebarankirin. Em dixwazin êdî Rêber Apo bibînin û biçin cem wî. Bi sala ye tekane daxwazên me ev in.”
'EM DIXWAZIN RÊBERÊ XWE DI NEWROZÊ DE BIBÎNIN’
Dayika Aştiyê Gulistan Kaya jî bi lêv kir ku ji ber daxuyaniya dîrokî ew gelek bi kelecan in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Peyama birêz Ocalan ji bo her kesî bû hêvî. Em dixwazin êdî Rêber Apo azad bibe. Em dixwazin rêberê me azad bibe û bi gelê xwe re be. Rêberê me her tim ji bo aştiyê têkoşiya. Me jî agirbest ragihand lê dewletê hêj tu gav neavêtine. Divê ew jî agirbestê ragihînin. Em dixwazin Rêberê xwe di Newrozê de bibînin.”
'BILA DI LÛLEYÊN ÇEKAN DE GUL HEBIN’
Nazli Acar jî anî ziman ku ew ji bo aştiyê bihêvî ne û heke dewlet jî agirbestê ragihîne dê hêviya wan mezintir bibe. Nazli Acarê, wiha domand: “Divê êdî di lûleyên çekan de li şûna guleyan divê çîçek hebin. Bila yên li çiyê û deştê bibin xwişk û bira û bi hev re bijîn. Dema me gotina ‘Bila PKK çekan berde’ bihîstî, em gelek bi kelecan bûn. Ji ber ku ev biryar, biryara anîna aştiyê ye. Bila êdî ev şerê xwînî bi dawî bibe û li vê xakê gul û çîçek bişkivên. Divê dewlet jî agirbestê ragihîne. Bila êdî ne Kurd ne jî Tirk bimirin. Bila aştî û biratî hebe. Em dixwazin êdî di Newrozê de Rêberê xwe bibînin û dengê wî bibihîsin. Dê deng û dîmenê wî hêz bide gelan.”
DAXWAZA JI BO NEWROZÊ
Hediye Koçak jî daxuyand ku peyama Abdullah Ocalan dê bi xwe re aştî û azadiyê bîne û wiha derbirî: “Divê ev daxuyanî bi xwe re azadiya Rêbertiya me, girtiyan û her çar parçeyên Kurdistanê bîne. Bi sala ye em ji bo aştiyê têdikoşin. Zarokên me jiyana xwe ji dest didin, tên girtin lê em dîsa jî dibêjin aştî. Bi hezaran dayik hene ku hêj nizanin zarokên wan li ku ne. Êdî dema wê aştiya her kes bi hesreta wê dijî hatiye. Banga me ya ji bo dewletê ev e; Rêbertiya me gav avêt û divê hûn jî biavêjin. Divê Erdogan êdî gavên şênber biavêje. Dê di rojên pêş de Newroz bibe, ev Newroz Newroza aştiyê ye. Lewma dê tevlibûn ji her demê bêhtir be. Em dixwazin peyama Rêbertiya me ya bidîmen were dayin. Gelê Kurd dê bi dengê wî bihêztir bibe.”
'EM DIXWAZIN RÊBERÊ XWE BIBÎNIN Û BIBIHÎSIN’
Songul Abî jî got ku ew bi sala ne bi hesreta Abdullah Ocalan dijîn û axaftina xwe wiha qedand: “Bi vê peyamê re me careke din girîngiya Tevgera Kurd fêm kir. Pêkan e ku bi vê bangê re aştî bê. Em êdî naxwazin zarokên me bimirin û dixwazin girtî bên berdan. Bi saya Rêbertiyê dê aştî çêbibe û hemû dinya niha li çavrêya gotinên Rêbertiyê ye. Em gelek keyfxweş in. Bila kesek vê peyamê xelet fêm neke, ev peyam dê bi me bide qezenckirin. Em dixwazin Rêbertiya xwe bibînin û dengê wî bibihîsin. Em dixwazin di demekî herî kin de zindî bibînin. Her çar parçeyên Kurdistanê li benda peyama bidîmen a Rêbertiyê ne.”
MA / Rûken Polat