ENQERE - Şandeya Îmraliyê ku Ahmet Turk jî di nav de ye dê sibe bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê sibe li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn li dar bixe. Hat zanîn ku Ahmet Turk jî di şandeyê de ye. Wezareta Edaletê daxwaza hevdîtinê erê kir.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ev agahî piştrast kir û got ku Ahmet Turk jî dê di şandeyê de be.