MÊRSÎN - Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen di çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm de axivî û got: “Rêya aştiyê bi berîqetan nabe, bi qeyûman nabe.”
Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîz a Mêrsînê hatiye destpêkirin berdewam e. Çalakiya nobetê li pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî tê domandin. Di çalakiyê de pankarta “Rejîma qeyûm derbeya li dijî îradeya gel e” hate hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Qeyûm derb e, na ji derbeyê re” û “Na ji qeyûm re, ji bo îradeyê rêzgir bin” berz kirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen di çalakiya nobetê de axivî û got: “Li dijî polîtîkayên qeyûm û girtinan em ê her tim aştiyê biparêzin. Daxwaza me aştî ye, demokrasî ye û hemwelatiya wekhev e. Rêya aştiyê bi berîqetan nabe, bi qeyûman nabe. Ev qeyûm û berîqet sedema sereke ya newekheviya li welat e. Rêya wekhevî û aştiyê jî bi rakirina van berîqetan dibe. Her kesên diçin ser sindoqê lanetê li we dikin. Hûn diz in ku di nav gel de teşhîr bûne.”
NELIRÊTÎ DÊ BÊN TEŞHÎRKIRIN
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî wiha got: “Li ser arastekirina qeyûm, der heqê hevşaredarên me de bi rêya çapemeniya alîgir derewên nelirêtî û bêusûliyan hatin parvekirin. Heke li nelirêtiyan bigerin, bila li serdemên berê binêrin. Dê bibînin ka nelirêtî û bêusûlî çawa hatiye kirin. Xebatên me yên di vê mijarê de didomin. Di rojên pêş de em ê bi gel re parve bikin bê ka AKP’ê di nava 5 salan de çi nelirêtî kiriye. Em ê qeyûm û zîhniyeta wan careke din teşhîr bikin.”