RIHA - Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, endamê PM’a DBP’ê Mehmet Yavuzel û Mazlum Yeşîl ku li navçeya Cizîrê hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe yên li navçeya Pirsûsê hatin bibîranîn.
Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş dema qedexeya derketina kolanan a li navçeya Cizîr a Şirnexê dişopand, di jêrzemîna avahiyekî de hatibû qetilkirin û cenazeyê wî di 26’ê Sibata 2016’an de hatibû definkirin. Aktaş û endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Yavuzel û Mazlum Yeşîl ku li heman jêrzemînan hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Malbatên kesên hatin hatin qetilkirin, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Platforma Ked û Demokrasiyê, nûnerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Winda Kirin re (KATDER) û gelek welatî tev li merasîma bîranînê ya li Goristana Asrî ya Pirsûs a Rihayê bûn.
Polîsan bi hinceta “Goristan qada cemaweriyê ye, lidarxistina çalakiyan a li qadên cemaweriyê qedexe ye, wateyeke taybet a dîroka we hilbijartî heye, yek yek werin” xwestin bîranînê asteng bikin. Beşdaran bertek nîşan dan û di têketina goristanê de çalakiya rûniştinê li dar xistin. Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî hate dayin.
'DI TU OLAN DE DERIYÊ GORISTANAN NEHATINE GIRTIN’
Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî bertek nîşanî astengkirinê da û got: “Em ê her tim di rêya wan de bin. Em ê ala wan dewrî me kirin her tim li ba bikin. Di tu olan de deriyên goristanan nehatine girtin. Lê dema mijara behsa xeberê dibe Kurd, deriyên goristanan tên girtin. Serê gelê me sax be.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku Yavuzel, Aktaş û Yeşîl li pêş çavên hemû dinyayê bi hovane hatine qetilkirin û wiha got: “Polîsên AKP’ê deriyên goristanan digirin. Ev, hiqûqa dijminatiyê ye. Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna hevalên xwe derkevin.”
'BÛN DENGÊ HEQÎQETÊ’
Rojnameger Hakki Boltan jî bi bîr xist ku Rohat Aktaş li pey heqîqetê bû û ev tişt anî ziman: “Li cihên herî zehmet rojnamegerî kir. Nûçe ji me re şand. Bû dengê heqîqetê. Dema birîndar jî nûçe şand. Lê ji bo alîkariyê tu tiştek nehate kirin. Kesekî guh neda banga wî ya alîkariyê. Wê demê jî me got; ‘Berpirsyar îktîdar e, wan asteng kir.’ Der heqê me de dosya vekirin. Ev doz nikarin me bitirsînin. Heta dawiyê em ê bibin şopdarên heqîqetê. Em soz didin Rohat û hevalên wî. Astengkirina serdana goristanê şerma wan e. Ev dîmenê şermê berhema wan e. Yên ferman dayin şirîkên vî sûcî ne. Rojnamegerî sûc nîne. Kes nikare Çapemeniya Azad bêdeng bike.”
QURNEFÎL DANÎN BER DERIYÊ GORISTANÊ
Piştî daxuyaniyê, beşdaran xwestin qurnefîlên ji bo deynin ser goran anîbûn, deynin ber deriyê goristanê. Lê belê polîsan hewl dan asteng bikin. Girseyê jî bertek nîşan dan û qurnefîl hilayîstin deriyê goristanê. Bîranîn, bi çepikan bi dawî bû. Piştî bîranînê, girse çû serdana malbata Rohat Aktaş a li navenda navçeyê.