Li Silopiyayê navenda çand û hunerê ya Eyşê Şanê hat vekirin
- çand û huner
- 21:14 21/2/2024
Şaredariya Silopiyayê ya HDP’î Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê vekir. Hevserokê PEN a Kurd Omer Fîdan ku beşdarî vekirinê bû got: “Kurd zimanê xwe wekî nasname û hebûna xwe dibînin. Ji ber ku ziman ne tenê navgîna ragihandinê ye di heman demê de wateya aştî, diyalog û yekîtiyê ye jî.”