MÊRDÎN – Ahmet Turk ê ku di Konferansa Însiyatîfa Yektitiya Demokratîk a li Mêrdînê de diyar kir ku di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û Sûriye xata sor a Kurdan e û ev tişt got: “Ji dêleva ku HTŞ’ê bibe cîranê Tirkiyeyê, bila Kurd bibin cîran, ma qiyametê rabe?.”
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Mêrdînê “Konferansa Konferansa Gelan, Baweriyan û Hevjiyana Demokratîk a li Mezopotamyayê” li darxist. Konferansa ku di hêwaneke li Artûklûyê pêk hat de gelek kes ji Kurdistan û ji Tirkiyeyê beşdar bûn. Konferans bi silavdayina bi Tirkî, Kurdî, Erebî, Suryanî û Ermenî ve dest pê kir.
Axaftina despêkê ya konferansê Hevberdevkên Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Mehmet Kaçmaz û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, kir.
GULCAN KAÇMAZ SAYYÎGÎT: BI BANGA OCALAN VE JIYANA NÛ PÊKAN E
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, diyar kir ku rexmê polîtîkayên înkar, asîmîlasyonê li MêrdÎnê gel bi hev re dijîn û bi hev re têkoşîneke demokratîk didin meşandin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, anî ziman ku wek Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ew ji bo pêşengiya civak û jiyaneke demokratîk dixebitin û ev tişt got: “Banga rêzdar Ocalan, ne tenê ji bo Tirkiye, Kurdistanê herwiha ji bo Rojhilata Navîn û hemû cîhanê modela jiyaneke hevpar derdixe holê. Em ê jî ji bo vê modela jiyana nû û avakirina civaka demokratîk têbikoşin. Em piştgiriya xwe ji bo banga rêzdar Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane ji bo pirsgirêka Kurd û ji bo jiyana hevbeş a hemû gelan diyar dikin. Em xwedî hêz, ezmûn û bîr in ku em ê bi hev re vê pêvajoya dîrokî derbas bikin.”
KAMAÇ: DÊ PÊŞÎ LI JIYANA WEKHEV VEBIKE
Piştre Mehmet Kamaç axivî û diyar kir ku xebatên wan berî salan dest pê kiriye û wiha axivî: “Em dizanin rojekî gotin Ermenî ye qetil kirin, rojekî gotin Kurd e qetilkirin û dê rojekî jî bîbêjin Tirk e û qetil bikin, rojekî din dê bibêjin Suryan û Elewî ye tune bikin. Ji ber vê yekê em dibêjin jiyana hevpar a hemû gel û baweriyan. Di vê hêwanê de jig elek bawerî û gelan mirov hene. Em bawer in ku dê rojek ev Însîyatîfê mezin bibe û dê veguhere kongreyeke neteweyî. Herwiha em bawer in ku dê pêvajoyê bi ser bikeve û hemû gelên li Rojhilata Navînê bi hevre jiyaneke wekhev ava bikin.”
‘JI DÊLEVA HTŞ DIBE CÎRANÊ TIRKIYEYÊ BILA KURD BIBIN’
Ahmet Turk, diyar kir ku Sûriye ji bo Kurdan xeta sor e û got: “Ev pêvajo bi awayeke rast rêve diçe.. Lê em rastî astengiyan tên. Ev astengî geşedanên li Sûriyeyê ne û em rastî hişmendiyên ku dixwazin pêşeroja azad û demokratîk a gelê Kurd li wir îpotek bikin tên. Ez li vir bangî hikûmetê dikim, Kurdan ji neçarî çek hilanîn. Ji bo ewlehiya xwe çek hilanîn. Niha jî dixwazin Kurd çekê deynin. Dê kî li wir ewlehiyê pêk bîne? Ne polîs ne jî leşkere HTŞ’ê hene. Ji dêleva ku HTŞ’ê bibe cîranê Tirkiyeyê, bila Kurd bibin cîran ma qiyametê rabe?. Li çar parçeyên Kurdistanê divê hemû partiyên siyasî ji bo pêjerojeke demokratîk di nava diyalogê de bin. Firsendên dîrokî sed salan carekî tên. Ger em firsenda dîrokî nenirxînin em ê pêşeroja zarokên xwe di nava tariyê de bihêlin. Divê em Kurd ji bo yekitiyê destên hev bigirin.”
Konferans bi axaftin û bi panelan ve didome.