Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin

  • rojane
  • 14:50 7 Nîsan 2025
  • |
img

RIHA - Ji bo endama YJA Starê Binevş Altay ku di bombebarana li Garê de jiyana xwe ji dest da, li Pirsûsê şîn hate danîn. Şîn, bi girseyî hate ziyaretkirin. 

Endama YJA Starê Binevş Altay (Doga Şîn) di bombebarana artêşa tirk a di 11’ê Çileyê de li Garê jiyana xwe ji dest da. Duh hate ragihandin ku Binevş Altayê di êrişê de jiyana xwe ji dest daye û li ser vê yekê malbata wê li Kolana Mahsum a Taxa Yenîşehîrê ya navçeya Pirsûs a Rihayê şîn danî. Şîn, bi pêşengtiya KATDER’ê û bi beşdariya Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Riha û navçeyên wê û gelek kesan hate ziyaretkirin. Girseya ku li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Pirsûsê hate gel hev, bi dirûşmên “Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" ber bi mala şînê ve meş li dar xist. Her ku girse nêzî cihê şînê dibû hejmar zêde bû û heta gihiştî cihê şînê derket bi hezaran. Girse, ji hêla malbat û şêniyên taxê ve bi dirûşman û wêneyên Binevş Altayê hate pêşwazîkirin. 
 
‘OCALAN ROLA XWE DILÎZE’
 
Serdan, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Parlamenter Omer Ocaaln axivî û got: “Em ji bo malbatê sersaxiyê dixwazin. Meseleya em li ser diaxivin ev e. Bedelên giran dixwaze. Malbat her tim bi partiyê re bû. Vê navçeyê rola xwe ya di têkoşîna azadiyê de her tim lîst. Di dema êrişa ser Kobanê de ciwanên vê navçeyê berê xwe dan Kobanê. Ev têkoşîn 50 sal in didome. Van navberan hevdîtin tên kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke birûmet rola xwe dilîze. Lê zarokên vî gelî tên qetilkirin. Çareserî bi êrişkirinê nabe. Walî û qeymeqam heta ji bo cihê şînê jî astengiyan derdixînin. Dema kesekî/ê jiyana xwe ji dest da, têkiliya bi vê cîhanê re qut dibe û divê bi rêzdarî û li gorî baeweriyê bên definkirin. Hin kes pêşiya vê digirin. Ev 41 sal in bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Rêbertî, dibêje aştiyeke birûmet. Ev bi rêzgirtina li hemberî hev dibe. Em banga hesasiyetan dikin. Em bi nirxên xwe serbilind in. Em ji bo aştiyê amade ne. Gel xwedî li bangê derket û divê em hev bigirin.” 
 
'KEÇA MIN KEÇA KURDISTANÊ YE’
 
Bavê Binevş Altayê Selamî Altay jî spasiya kesên hatine serdanê kir û got: “Keça min keça tevahiya Kurdistanê ye. Heke hewce bike em jî dê tev li vê têkoşînê bibin. Cihê şînê nedan me. Ji ewil gotin temam lê piştre gotin na. Henekên xwe bi me dikin. Divê gelê me vê dijminatiyê bibîne.” 
 
Herî dawî jî dua hatin kirin û serdan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

12/04/2025
14:48 Xizmên windayan: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rabirdûyê re hevrûbûyîn divê
13:17 Li Colemêrgê mirineke biguman
12:54 Ji Egîtîm Senê komxebata perwerdehiya bi zimanê dayikê
12:46 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin: 2 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dan
12:38 Ji Weşanên Aramê 8 pirtûkên nû
09:31 Ji hiqûqnasan ji bo 'mafê hêviyê' amadekariya serlêdanê
09:07 Ji Weşanxaneya Aryenê du jê rêziman 4 pirtûkên nû
09:05 Êrişî abîdeya 10'ê Cotmehê kirin: Malbat dixwazin kiryar bên tespîtkirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2025'AN
11/04/2025
16:05 Rojnamegerên tên darizandin: Em ê parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin
16:01 Jin li Mûglayê li ser aştiyê axivîn
15:54 Başboga û Akkurt piştî 32 salan hatin berdan
15:46 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
15:44 Di doza rojnamegeran de dê mutalaa bê amadekirin
14:49 Ji bo 59 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
14:46 Uveyş Ocalan hat bibîranîn: Em ê aştiyê bi civaka demokratîk tacîdar bikin
14:38 'Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin’
13:29 Li Rojhilat 4 kes hatin binçavkirin
13:27 Di şewata mala prefabrîk de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:22 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê got dê hilbijartin di dema xwe de bên kirin
13:20 Giliyê kesên piştgiriyê didin komkujiya Elewiyan hate kirin
13:08 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Em şansekî rastîn didin dîplomasiyê
13:06 Ramazan Karataş piştî 32 salan hate berdan
12:29 Çawişê pispor ê ku Aydin qetil kirî hewldaye hevalê wî jî bikuje
12:21 Di nava sê rojan de 9 Beluc hatin darvekirin
10:41 Girtiyê nexweş Çam rakirin nexweşxaneyê
10:20 MYK’a DEM Partiyê civiya
09:53 14 caran gilî kir lê necezakirin weke tundî lê vegeriya
09:38 'Divê şert û mercên bangê demildest pêk bên'
09:37 Dê jin ji bo cîvakîbûna bangê xwe bi rêxistin bikin
09:27 Ji bo lîteratura hiqûqê ya bi Kurdî gaveke nû: DADSAZ hat avakirin
09:01 Qeyûm, ji bo serokê AKP'î ajovanek girt kar!
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
10/04/2025
18:49 Ji Şandeya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî
16:35 Îdianameya der heqê Ahmet Saymadî de hate amadekirin
16:27 102 ciwan hatin berdan
16:21 Mutlu ku piştî 31 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
16:05 Sirri Sureyya Onder: Hêviya me niha mezintir e
15:09 Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Erdogan de bi dawî bû
14:50 Kongreya Neteweyî ya Kurd dê hefteya pêş bê lidarxistin
14:44 Li Dihokê derdora gundekî hate bombebarankirin
14:03 DEM Partî têkildarî 'bangê' dest bi serdanên malan dike
13:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
13:47 Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket
13:46 Qayûm dest bi firotina mal û milken Şaredariya Akdenîzê kir
13:37 Levent Dolek jî di nav de 4 kes hatin berdan
13:25 Li Rihayê lêgerîna tazî li malbatên girtiyan hate ferzkirin
13:20 Xalê Aslan ê ji aliyê çawîşekî pispor ve hat qetilkirin axivî: Ev nayê qebûlkirin
13:13 Li Îranê 5 girtî hatin darvekirin
13:08 Komkujîya Gara Enqereyê di meha 114’an de ye
12:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:15 Rojnameger Vîda Rabbanî li Îranê hate berdan
12:03 Li Colemêrgê govek tebiqî: 25 karik û berx mirin
11:59 Li Sûdanê bûyerên destdirêjiyê yên li dijî jin û zarokan zêde dibin
11:58 Li ser rêya Colemêrg-Wanê qeza: 8 kes birîndar bûn
11:51 Piştî peymanê 7 hezar malbat vegeriyan Efrînê
11:43 Malbatên ku gundên wan hatin şewitandin û xizmên xwe winda kirin çareseriyê dixwazin
11:21 Uveyş Ocalan dê di sala 32’yemîn a wefata xwe de bê bibîranîn
11:02 Komîte wê li ser 'mafê hêviyê' bê agahdarkirin ku Tirkiyeyê gav neavêtiye
10:37 MPKE: Banga Ocalan erênî ye, binçavkirin û girtin cihê fikaran e
10:28 'Ji bo pêvajo jidil bimeşe divê girtiyên nexweş bên berdan’
09:56 Li Enqereyê di kana madenê de hezaz çêbû: 13 kes birîndar bûn
09:55 Pirtûka Abdullah Ocalan wergerandin zimanê Swêdî
09:52 Rojnameger Şoxan Mîrza: Tirkiye bi çekên giran êrişî herêmê dike
09:45 'Ger li dijî qeyûman deng bihata derxistin îro me li ser Îmamoglû nîqaş nedikirin'
09:30 Saadet Oklu ya ku du zarokên xwe winda kirine: Niha dora gavavêtinê ya dewletê ye
09:01 Li Amedê bertek li dijî tundiya li ser jinê: Çareserî xweparastin e
09:00 ROJEVA 10’Ê NÎSANA 2025’AN
08:58 Rojnameger Soykan û Agirel hatin binçavkirin
09/04/2025
22:25 Hîvzullah Mûtlû piştî 31 salan hat berdan
21:40 Çalakvanên Cenevreyê: Heya Abdullah Ocalan azad nebe wê têkoşîn bidome
20:05 Tê xwestin Shala Pirastah a ku sîxurtiyê qebûl nekir bê dersînorkirin
16:21 Dayika Denîz Poyrazê rakirin nexweşxaneyê
16:12 Di borsayê de 2 trîlyonên winda: DEM Partiyê xwest komîsyon bê avakirin
15:15 Abdulazîz Ok piştî 32 salan hate berdan
15:03 Di navbera Çîn-DYA’yê de şerê ‘bacê’
14:36 'Daxwazên xwendekarên girtî daxwazên me ne’
13:35 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
13:09 Tevî agirbestê jî êriş didomin: Gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatin bikaranîn
12:43 Cezayê hefsê dan dayik û bavê Berkîn Elvan
12:40 Ji bo Firat Epozdemîr heta 15 salan ceza tê xwestin
12:39 Bi îdiaya ‘rojnameger nînî’ doz li rojnamegeran hate vekirin
12:28 Hêlîn Umît: Divê pêwîstiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajoyê bên cîbicîkirin
11:58 Abdullah Ocalan: Hêviya min heye û dê vê pêvajoyê heta dawiyê bidomînim
09:39 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:28 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiyên lêgerîna nava dev red kirin
09:07 Malbatên 5 endamên YBŞ'ê yên dîl hatine girtin hefteyeke di çalakiyê de ne
09:03 Di 3 mehên dawî de herî kêm 14 hezar û 478 kes hatine girtin
09:01 Birayê Ferhat Kurtay: Ger xwedî li bangê bê derketin wê dewlet mecbûr gavê bavêje
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2025’AN
08/04/2025
20:09 DEM Partiyê, Partiya Keskan a Almanyayê ezimand
19:48 Şandeya DEM Partiyê li Rûsyayê hevdîtinan pêk tîne
15:54 ÎHD’ê ji girtîgehan re daxwaznameya ‘pere’ şand
15:47 Girtiyên li Îranê: Darvekirin zêde bûne
14:54 Bakirhan: Şandeya me dê vê hefteyê bi Erdogan re hevdîtinê bike
14:05 Li Xezayê rojnamevanê ku birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
14:01 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
14:00 Jinan lêgerîna tazî ya wezîr înkar dike vegotin
13:28 Rewşa girtiyê nexweş Akay ji Wezareta Dadê hate pirsîn