STENBOL - Emeliyeta endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder xelas bû û derbasî beşa lênihêrîna awarte hate kirin.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder şevê din saet di 23.00’ê de li Stenbolê krîza dil derbas kir. Onder, bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê. Demarê dilê Onder teqiya bû û yekser girtin emeliyatê.
Emeliyeta dil a Onder heta serê sibehê saet derdora 07.00’ê berdewam kir. Onder ku heta demekê din di emeliyatê de hate ragirtin, demek kin berê birin beşa lênihêrîna awarte. Hat zanîn ku rewşa Onder hêj giran e û girêdayî alîkariya cîhazan e.
Huda Kaya a DEM Partiyî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got: “Sirri Sureyya Onder ji emeliyetxaneyê hate derxistin û niha alîkariyê ji cîhazan digire. Derbasî beşa lênihêrîna awarte hate kirin.”