STENBOL - Serokê CHP’ê yê Stenbolê Ozgur Çelîk ku serdana nexweşxaneya ku Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin kir û ji malbata Onder agahî wergirt û daxwazên wî yên ji bo şîfayê ragihand.
Dema rewşa tendirûstiyê ya Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Süreyya Onder giran e jî, serdanên li nexweşxaneyê berdewam dikin. Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê Ozgur Çelîk serdana nexweşxaneyê kir û bi bira û keça Onder re hevdîtin pêk anî.
Çelîk ku der barê rewşa Onder de agahî girt û daxwazên wî yên ji bo başbûna lezgîn anîn cih, li derketina nexweşxaneyê daxuyanî da. Çelîk ê ku li ser navê Serokatiya CHP’ê serdana Onder kir û wiha got: "Em ê rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder bişopînin. Serokê me Ozel jî dê di çarçoveya bernameyekê de li Stenbolê be. Wê di asta Serokatiya Giştî de serdanekê bikin. Onder demeke dirêj di girtîgehê de mabû û vê yekê bandor li tenduristiya wî kiribû. Onder di warê siyaset û demokratîkbûna Tirkiyeyê de siyasetmedarekî girîng e. Em şîfaya lezgîn ji wî re dixwazin."