Piştî lîreyek û 26 qurişên zem li benzînê hate kirin, niha jî li lîteya motorînê 98 quriş zem hate kirin.
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan got ku mûçeyê teqawidên SSK û Bag-Kurê bûye 14 hezar û 469 Tl.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê 30 kesên din ji kar derxist. Bi vê yekê re hejmara karkerên ji hêla qeyûm ve ji kar hatin derxistin derket 154’an.
Hejmara 98’emîn a kovara Jinê bi manşeta “Komkujer dê li dijî Şoreşa Jinê têk biçin” derket.
Îndîra Saîpnazarova a Qazaxistanî ku diçe qursa zimanê Kurdî ya Avestayê, diyar kir ku Kurdî mereq kiriye û wiha got: “Min got wiha nabe divê ez hînî Kurdî bibim û min dest bi qursê kir.”
Serê Salê ya ku di 13’ê Çileyê de ji hêla gelê Kurd ve tê pîrozkirin, îsal dê li Amedê bi çalakiyên cuda were pîrozkirin. Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê Celal Ekîn banga tevlibûna pîrozbahiyan kir.