WAN- Hevserokê DBP'ê yê Wanê Parêzer Cemal Demîr anî ziman ku divê her kes piştgiriyê bide banga Abdullah Ocalan û got: "Ji bo birêz Ocalan pêvajoyê bi awayekî saxlem bimeşîne, divê şert û mercên pêwîst bên dabînkirin."
Di ser banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de ji raya giştî re hat ragihandin 48 roj derbas bûn. Têkildarî vê bangawaziya ku ji aliyê gelek koman ve hat pêşwazîkirin, hêj ji aliyê desthilat û dewletê ve tu gavên berbiçav nehatine avêtin.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê û yek ji parêzerên Abdullah Ocalan Cemal Demîr, diyar kir ku divê demildest dewlet gav bavêje û got ku ew ê ji bo ewlehiya pêvajoyê têbikoşin.
ŞERT Û MERCÊN TECRÎDÊ
Demîr da zanîn ku Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û got: "Di salên borî de her çendî çend hevdîtin hatin kirin jî, şert û mercên tecrîdê dewam kirin. Em nikarin tecrîdê wekî nebûna hevdîtina parêzer û malbatê pênase bikin. Birêz Ocalan bi salan e li giravê û di hucreyeke yekkesî de tê tecrîdkirin. Armanc, qutkirina pêwendiya wî ya bi raya giştî û cîhanê re bû. Tecrîd ji sala 2015'an heta 2024'an hat meşandin. Gel li hemberî vê bêhiqûqiyê rawestiya û bertekên xwe nîşan da."
‘DEWLETÊ ÇARESERÎ DI OCALAN DE DÎT'
Demîr da zanîn ku dewlet êdî ketiye nava xitimandinekê û wiha got: “Wekî rewşa birêz Ocalan, Nelson Mandela jî di zindana giravê de dîl hat girtin. Lê belê tecrîda li ser Mandela ne wekî tecrîda li ser Ocalan bû. Tecrîda li ser Ocalan bêhempa ye. Gel jî ji bo şikandina vê tecrîdê kedeke mezin da. Her wiha dewlet jî di vî warî de xitimîbû. Ji bo xwe ji vê xelas bikin mecbûr man rêyekê vekin. Dewlet di nava krîzeke piralî de bû ji bo xelasiya ji van krîzan dizanibûn tekane rê Abdullah Ocalan e."
Demîr bal kişand ser "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan û biryara DMME'yê ya di sala 2014'an de bibîr xist û got: "Li gorî DMME'yê êdî divê birêz Ocalan serbest bê berdan."
‘DIVÊ AZAD BE'
Demîr destnîşan kir ku di 8'ê Adarê û Newroê de gel xwedî li banga Abdullah Ocalan derketiye û got: "Piştî vê banga birêz Ocalan û xwedîderketina gel divê demildest dewlet gav bavêje. Lê tevî vê bangê jî Tirkiye dest jui êrişên xwe bernedaye. Desthilat zimanê xwe hişktir kir. Ger dilê wan û aştiyê hebe, divê li gor wê gavan bavêjin. Divê dewlet gav bavêje û ji bo silametiya pêvajoyê têkeve nava hewldanan. Divê li meclisê komîsyon bên avakirin û di qanûnan de guherîn bên kirin."
‘EM Ê QADAN VALA NEHÊLIN'
Demîr anî ziman ku ji bo pêvajoyê bê navber xebatên pêwîst dimeşînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Karê me yê yekemîn rêxistinbûn û rêxistinkirin e. Wekî DBP'ê em ê derî bi derî, kolan bi kolan xebatên xwe bidomînin, ji bo ewlekariya vê pêvajoyê kêliyekê jî qadan vala nehêlin. Em bi gelê xwe re vê pêvajoyê dixwînin, fêm dikin û rave dikin. Em bang li gelê xwe dikin; em bibin yek, xwe birêxistin bikin."
MA / Bîlal Babat