AMED - Pirtûka “Berfa Sor” a nivîskar Mehmet Dîcle hate desteserkirin û der heqê wî de jî lêpirsîn hate destpêkirin. Dîcle, got: “Di nêzikatiya dewletê ya li dijî zimanê me de tu guhertin nînin.”
Di meha Çileyê de li Girtîgeha Hejmar 1 a Yozgatê bi ser gelek qawîşan de hate girtin û gelek pirtûk hatin desteserkirin. Tevî ku tu biryarên dadgehê nebûn jî pirtûka “Berfa Sor” a bi Kurdî jî hate desteserkirin. Pirtûk, ji hêla Weşanxaneya Zîzê ve hatiye çapkirin û ya nivîskar Mehmet Dîcle ye. Ji ber peyvên “Kurdistan” û “Gerîla” yên di pirtûkê de, îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate kirin. Serdozgeriya Komarê ya Yozgatê jî der heqê nivîskar Mehmet Dîcle, edîtorê pirtûkê Şeyho Fîlîk û Weşanxaneya Zîzê de lêpirsîn da destpêkirin. Dosya ji Amedê re hate şandin. Di çarçoveya lêpirsînê de heta niha tu îfade nehatine girtin.
'NÊZIKATÎ NAGUHERE’
Nivîskar Dîcle, anî ziman ku hinek beşên di pirtûkê de li zimanê Tirkî hatine wergerandin û weke “sûc” hatine nîşandan. Dîcle, diyar kir ku pirtûk ji hêla Wezareta Çand û Turîzmê ve hatiye erêkirin û got: “Heke di naveroka pirtûkê de tiştekî weke sûc tê dîtin were dîtin, di nava 4 mehan de ji bo pirtûkê biryara komkirinê tê dayin û tê qedexekirin. Lê di van 4 mehan de tu pirsgirêk derneketin. Piştî dem ser re derbas bûyî lêpirsîn hate vekirin.”
Dîcle, anî ziman ku di demekê qala aştiyê tê kirin de nêzikatiya li dijî Kurdî neguheriye û wiha bi dawî kir: “Pêvajo heye lê di nêzikatiya dewletê ya li dijî zimanê me de tu guhertin nînin. Li gorî min ev nêzikatî ewqas bi hêsanî naguhere. Bêguman mafên me yên siyasî û hiqûqî hene. Ya sereke jî zimanê me ye. Ev mafê me yê însanî ye. Êrişên ser ziman her tim hebûn û dê hebin. Ziman û civakek tune nabe. Şoreşeke ku her tim didome. Ev têkoşîn dê her tim bidome û nifşên nû bidomînin.”