AMED - Biryara komkirin û qedexeya firotinê ya 2 pirtûkên ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hatin çapkirin, piştî îtîrazê hate betalkirin.
Dema lêpirsîneke cuda dihat meşandin, di lêgerînê de 2 pirtûkên ji hêla Weşanxaneya Aramê ve hatin çapkirin hatibûn desteserekirin û piştre ji bo her du pirtûkan biryara komkirinê û qedexeya firotina wan hatibû dayin. Pirtûka “Avakirina Jiyana Azad û Diyalogên Wê (Özgür Yaşamı İnşa ve Diyalogları)” û pirtûka Aryen Dag a “Gavên Ewilî”, di çarçoveya lêpirsîneke der heqê girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê de hatibûn desteserkirin. Polîsên Şaxa TEM’ê ya Karabukê raporek amade kirin û têkildarî pirtûkan îdiaya “propagandaya rêxistinê” kiribûn. Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Karabukê jî rapora polîsan esas girtin û di 26’ê Sibata 2025’an de ji bo pirtûkan biryara “komkirina pirtûkên hatine firotin û qedexeya firotina wan” da. Biryar, di 18’ê Adara 2025’an de ji weşanxaneyê re hatibû teblîxkirin.
Piştî teblîxkirina biryarê, parêzerê weşanxaneyê Resûl Temûr di 25’ê Adara 2025’an de li dijî biryarê li Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Zonguldakê îtîraz kir. Temur, di îtirazê de got ku biryara hatiye dayin derhiqûqî ye û xwest were betalkirin.
BIRYARA KOMKIRIN Û QEDEXEYÊ HATE BETALKIRIN
Dadgeriyê jî di 14’ê Nîsanê de îtîraz qebûl kir û biryara komkirin û qedexeya firotina her du pirtûkan betal kir.