STENBOL - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku ew rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder ji nêz ve dişopînin.
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (DHP) Ozgur Ozel têkildarî rewşa endamê Şandeya Îmraliyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku şevê din krîza dil derbas kir, peyamek parve kir.
Ozel, di peyama xwe ya ser hesaba X’ê de şîfaya xêrê ji bo Onder xwest û got: “Em rewşa Sirri Sureyya Onder ji nêz ve dişopînin. Hêvîdarim demek beriya demekî baş bibe, li peywira xwe vegere û xebata xwe ya ji bo aştiyê ya ji bo her kesî bidomîne.”