ŞIRNEX - Der heqê polîsê Nîhat Kazanhan qetil kiribû de biryara bultena sor hatibû dayin. Li gorî qeydên HTS’ê ev polîs li Tirkiyeyê dijî lê hêj nehatiye girtin.
Polîsê tîmên taybet ê bi navê Nûrbakî Goçmez di 14’ê Çileya 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan bi guleyê qetil kir. Têkildarî bûyerê doz hat vekirin û 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê di sala 2016’an de cezayê muebbetê da polîsê bersûc. Dadgehê piştre jî bi îdiayên “sorkirina neheq” û “başhalî”yê cezayê polîsê kujer daxist 13 sal û 4 mehan. Biryar, ji hêla îstînaf û Dadgeha Bilind ve jî hate erêkirin.
Dosya, di 26’ê Îlona 2019’an de birin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). AYM’ê biryara “mafê jiyanê yê Kazanhan hatiye binpêkirin” da û xwest 90 hezar TL tazmînat were dayin. AYM’ê got ku nabe di cezayê polîsê Kazanhan qetilkirî de ji ber “sorkirina neheq” ceza were daxistin. AYM’ê ji bo encamên binpêkirinê ji holê bên rakirin, dosya dîsa şand 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê.
NEHAT GIRTIN
Danişîna dozê di 24’ê Sibata 2023’yan de dîsa li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat lidarxistin û şandeya dadgehê ji bo polîs Goçmez biryara girtinê da. Dadgehê, li dijî îxtîmala ku bersûc bi rêyên neqanûnî biçe derveyî welat, di 17’ê Çileya 2024’an de bultena sor derxist. Doz zêdetirî 11 sal in didome lê hêj jî encamek jê derneketiye. Ji biryara AYM'ê heta niha jî 11 danişîn hatine lidarxistin. Wezareta Karên Hundir daxwaz nake ku der heqê bersûc de bultena sor were derxistin, Înterpolê ji rewşê were agahdarkirin û daxwaza paşveşandina li welat nake.
DI QEYDÊN HTS’Ê DE DERKET
Ji bo cîbicînekirina biryarê jî wezaret îdiayên “ewraqên kêm” û “form bêkêmasî nehatine tijekirin” weke hincet tên nîşandan. Di pêvajoya lêpirsînê de şandeya dadgehê biryara şopandina teknîkî dabû. Li gorî şopandina teknîkî û qeydên HTS’ê uên 1’ê Sibata 2024’an, polîsê kujer beriya der heqê wî de biryara girtinê wre dayin û piştî biryarê li Îzmîrê bû. Hat tespîtkirin ku polîs, ji 1’ê Adara 2024’an heta 16’ê Çileya 2025’an li navçeya Torbali ya Îzmîrê bû. Di dosyayê de hat gotin ku bersûcî piştre li Stenbolê çendek hevdîtin kiriye. Lê tevî van qeydan jî polîsê bersûc hêj nehatiye girtin.
11 SAL IN NEHATIYE CEZAKIRIN
Qeydên HTS’ê ku parêzeran di danişîna dawî de qebûl kirin û dadgehê jî qebûl kir, bi parêzerê dosyayê Rojhat Dîlsîz re hatin parvekrin. Dîlsîz, got ku di dosyayê de biryara girtinê heye lê hêj jî bersûc nehatiye girtin û got: “Mixabin ji ber polîtîkaya necezakirinê em neçar man ku têkoşîneke mezin a hiqûqê bimeşînin. Darizandineke baş nehate kirin û cezayekê kêm hatibû dayin. Ji bo dosyaya me ji AYM’ê re şandî biryareke mînak hate dayin û dosya şandin dadgeha herêmî. Niha li benda girtina bersûc in.”
BERSÛC LI TIRKIYEYÊ YE
Dîlsîz, got ku di qeydên HTS’ê de xuya dike ku bersûc li Tirkiyeyê lê tevî vê nayê girtin û wiha bi dawî kir: “Dadgeh zû bi zû biryarên bultena sor nadin. Tevî demekê dirêj bi ser biryara dadgehê re derbas bûye jî mixabin bi hinceta ewraqên kêm ev biryar nehate cîbicîkirin. Ji qeydên HTS’ê diyar e ku bersûc li Tirkiyeyê ye. Ji bo cîbicîkirina biryara girtinê em her rûniştinê serlêdan dikin û dadgeh jî qismekî ji wan qebûl dike. Lê mixabin jî bersûc hêj nehatiye girtin. Ji bo faîl cezayê xwe bikişîne em ê têkoşîna xwe bidomînin. Polîtîkaya necezakirinê cisaretê dide faîlan. Lê heta ku faîl tên cezakirin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
MA / Zeynep Durgut