Ebru Gunay: Fikriyata me dê li Egeyê bingeha xwe xurtir bike
- polîtîka
- 09:05 27/4/2023
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Aydinê Ebrû Gunay diyar kir ku civak partiya wan weke navnîşana guherînê dibîne û wiha got: “Heta niha her tim Stenbol, Enqere yan jî bajarên Kurdistanê deverên girîng bûn. Lê fikriyata me li Egeyê teşe digire û dê roj bi roj xurtir bibe.”