ŞIRNEX - Rojnameger Ronî Rûbar Îmen ku bi îdiaya “der heqê wî de îxbar heye” hatibû binçavkirin, hate berdan.
Nûçegihanê Ajansa Welat (AW) Ronî Rûbar Îmen ku bi îdiaya “der heqê wî de îxbar heye” di 10’ê Cotmehê de hatibû binçavkirin, piştî karûbarên îfadeyê hate berdan. Îmen ku ji bo şopandina nûçeyê dixwest derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hate biçavkirin û hatibû derbkirin. Îmen ku karûbarên wî yên li emniyetê temam bûn, îro sewqî Edliyeya Şirnexê hate kirin.
Piştî karûbarên îfadeyê yên li dozgeriyê, Îmen bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Şirnexê hate kirin. Îmen, bi şertê “kontrola edlî” hate berdan.