Bertekên li dijî qeyûm: Dest ji darbeya li hemberî vîna gel berdin
- rojane
- 20:33 31/10
Di çalakiyan de hat diyar kirin ku panzehra qeyûman têkoşîne û wiha hat gotin: “Divê em bibin yek û rejîma yekzılamî bavêjin ser sergo.”
Di çalakiyan de hat diyar kirin ku panzehra qeyûman têkoşîne û wiha hat gotin: “Divê em bibin yek û rejîma yekzılamî bavêjin ser sergo.”
Qeyûmê li Şaredariya Esenyurtê hatiye tayînkirin, weke gava ewil wêneyên Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ji bîlboardên li navçeyê jê dike.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî civîna MYK’ê daxuyanî da û wiha got: “Dem dema wê ye ku em li dijî qeyûm bibin yek. Dem dema wê ye ku em bi hev re daxwaza demokrasî û aştiya civakî bikin.”
Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt hate binçavkirin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ê ji bo tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyûrtê şermezar bike hate navçeyê bi gotina “Darbe li îradeya gel hate kirin” bang li gel kir ku tev li çalakiya bê lidarxistin bibe.
Li 6 rojnamegerên jin ên dema ji bo hempîşeyên xwe yên hatine girtin çalakî li dar dixistin bi lêdanê hatibûn binçavkirin, 5 meh cezayê hefsê hate birîn.
Ji bo protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurtê û girtina Şaredar Ahmet Ozer, gel li Qada Esenyurtê kom dibe.
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê diyar kir ku jiyana girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû ku li nexweşxaneyê tê tedawîkirin di xetereyê de ye û wiha got: “Divê bê berdan.”
Ji ber Şaredariya Esenyûrtê ya ku têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî lê were dayîn hatiye dorpêçkirin, DEM Partî û CHP’ê cih guhert û bang li gel kir ku li Qada Esenyûrtê kom bibin.
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ragihand ku pêvajoya îtîrazê ya li dijî encamên hilbijartinê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir.
Rêxistinên hiqûqê yên lig elek bajaran girtina parêzer Bedîrhan Sarsilmaz protestokirin wiha gotin: “Em peyhatiyên kevneşopiyekê ne ku bêyî em li dijî tu zextan serî bitewînin ji bo hiqûqê têkoşiyane.”
Dema binçavmayinê ya 20 kesên li Stenbolê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin hate dirêjkirin.
Rêveberiya TEV-DEM’ê di salvegera 10’emîn a Roja Kobanê ya Cîhanê de bal kişand ku gefên li ser destkeftiyên herêmê zêde bûne û banga xwedî derketina "Şoreşa Rojava" kir.
Şaredariya Esenyurtê ku qeyûm lê hate tayînkirin, beriya çalakiya girseyî ya CHP û DEM Partiyê hate dorpêçkirin.
Rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû ku di beşa venêrîna awarte de destkelemçekirî tê dermankirin, bang kirin û xwestin bê berdan.