NAVENDA NÛÇEYAN - Efxanistanê ragihand ku di encama operasyonên li ser xeta sînor de 58 leşkerên Pakistanê hatine kuştin.
Li herêma sînorê di navbera Pakistan û Efxanistanê de pevçûnên dijwar qewimîn. Rêveberiya Talîban ku îktîdara Efxanistanê di destê wan de ye, îro bi daxuyaniyekê ragihand ku di tevahiya şeva şemiyê de pevçûn qewimîne û di pevçûnan de 58 leşkerên Pakistanê hatine kuştin. Talîbanê, ragihand ku wan li dijî binpêkirinên bejahî û hewayî yên artêşa Pakistanê ev çalakî li dar xistine.
Berdevkê hikûmeta Talîbanê Zabihullah Mucahîd, li Kabûlê daxuyanî da û got ku hêzên Efxanistanê 25 qereqolên Pakistanê bi dest xistine, 58 leşker hatine kuştin, 30 leşkerên Pakistanî birîndar bûne û got: “Tevahiya sînorên fermî û fiîlî yên Efxanistanê di bin kontrola me de ne û pêşiya piraniya xebatên derqanûnî hatine girtin.”
Wezareta Parastinê ya hikûmeta Talîbanê jî di saetên serê sibehê de daxuyaniyek da û got heke Pakistan binpêkirinên xwe bidomîne ew amade ne bersivê bidin.