ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2024'AN
- rojane
- 09:00 07/9
Xebatên lêgerîna zaroka bi navê Narîn Guran ya ku 17 roj in windaye didomin. Mînakên nû yên DNA'yên yên ji wesayîta apê Narînê Salîm Guran hatibûn girtin bi DNA’ya ji cilên Narînê hatibûn girtin re li hev derketin.
Egîtîm Sena Wanê diyar kir ku bi sedhezaran zarokên kurd ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar bimînin û xwest kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 16'emîn de berdewam kir.
Der barê nûçegihanê me Ahmet Kanbal de li ser beyanên şahidê “veşarî” ku berê li ser rojnamevanên li Enqereyê jî îfade dabû lêpirsîn hat destpêkirin.
Li Cizîrê zaroka 5 salî ku wesayîtek lê qelibî bi giranî birîndar bû.
Rêveberê MEBYA-DER’ê Agît Malgaz ê di Doza JÎTEM’ê ya Cizîrê de şahidînî kir, bi krîza dil a derbaskirî jiyana xwe ji dest da.
4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê biryara qedexekirinê danî ser pirtûka, “Rengê Mor a Siyaseta Kurd (Kürt Siyasetinin Mor Rengi)" a siyasetmedar Gultan Kişanak.
ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê û Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê eşkere kir. ÎHD’ê da zanîn ku lêgerîna tazî û hejmartina ser pêyan li girtiyan tê ferzkirin, tundî, heqaret û muameleya xerab li girtiyan tê kirin û nayên tehliyekirin.
Bozan Aslan li Dîlokê 10 metre dûrî navendek tibê ya taybet krîza dil lêda û vê navendê gotiye, “Divê ewilî pere bide nexweşxaneyê” û wî terkî mirinê kiriye. Malbatê der barê navenda tibê de gilî kir.
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskînê diyar kir ku zimanê nijadperestî yê MHP'ê li nava civakê belav bûye û CHP di hin mijaran de ji AKP'ê paşdetir maye, êrişên nijadperest ên li dijî kurdan nake rojeva xwe.
Malbat û wasiyê Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Atolyeya depan a Muhammet Ustabaş ê li Borçkayê Reşît Kîbar qetil kiribû ji hêla ciwanên Hopayê ve hate şewitandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandine.
DEM Partiyê têkildarî Komkujiya 6-7'ê Îlonê daxuyaniyek da û got: "Komkujiya 6-7’ê Îlonê, ne tenê nîşaneya êrîşên fîzîkî ye her wiha nîşaneya pêvajoya bêmilkkirin û guherandina sermayeyê ye."