AMED - Meclisa Jinan a DBP’ê, diyar kir ku bêdengiya saziyên dewletê û ya darazê tundiya li dijî jinan zêde dike û got. “Di mijara necezakirina sûcên li dijî jinan de, 'mirinên biguman' ên roj bi roj zêde dibin, ji bo parastina faîlan û veşartina rastiyê weke mertalekî tên bikaranîn.”
Meclisa Jinan a Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî tundiya li dijî jinan a li Tirkiye û Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bêdengiya saziyên dewletê û yên darazê, tundiya li dijî jinan zêde dike, mafê jiyanê yê jinan bi awayekî sîstematik tê xespkirin, kiryar tên parastin û malbat lêgerîna ji bo edaletê de bi tenê tên hiştin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Weke ku raya giştî jê pê dizane, sûcên li dijî jin û zarokan ne tekakesî ne. Berevajî vê, li seranserî welat veguheriye polîtîkayeke qirkirinê ya domdar. Xwendekara Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş, di 27’ê Îlona 2024’an de winda bû. Têkildarî mirina wê heta niha jî tu pêşketin çênebûne. Piştî lêkolînê hate tespîtkirin ku li ser bedena wê du DNA'yên cuda hatine tespîtkirin. Bi ser re 10 meh derbas bûne lê hêj jî ev DNA yên kê ne, nehatiye tespîtkirin. Herwiha bi ser mirina biguman a Narîn Guranê re salek bihurî. Ne lêpirsîn bi awayeke şefaf hatiye kirin û ne jî encameke ku wijdana civakê rehet dike hatiye bidestxistin. Li ser windabûna Gulistan Dokuyê re jî 5 sal bihurîn. Di demekê nêz de li Mêrdînê di heman rojê de 3 jin li mala xwe bi awayeke mirî hatine ditîn. Di mijara necezakirina sûcên li dijî jinan de, 'mirinên biguman' ên roj bi roj zêde dibin, ji bo parastina faîlan û veşartina rastiyê weke mertalekî tên bikaranîn.
EM Ê TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN
Her roj li bajarên Tirkiye û Kurdistanê jin bi qetilkirin, windakirin û bi mirinên guman re rû bir û dimînin. Bêcezakirina kiryaran û polîtîkayên dijminatiya jinan, tundiyê kûrtir dikin. Em weke Meclisa Jinan a DBP’ê careke din dibêjin; tundiya li dijî jinê ne tekakesî ye lê polîtîk e. Em ê ji bo jiyana jinan li her qadê têkoşîna xwe xurt bikin.”