ÎZMÎR - Ji Herêma Xweser a Baskê Parêzer Urko Aiartza Azurtza, bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de û got: "Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetek diyarker e û ji bo rola xwe bilîze divê pêşiya wî bê vekirin, nexwe dê bandorek neyînî çêbike."
Di çarçoveya Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê ya ku didome de, 3 endamên Komîsyona Meclisê li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê tê nirxandin ku pêvajo derbasî qonaxa verastkirina qanûnî bûye, lêbelê hêj ne diyar e ku Komîsyona Meclisê dê ji bo bidawîkirina pêvajoya şer û pêşxistina çareseriyê çi pêşniyarên qanûnî bike di raporta xwe de.
Endamê Baroya Gipuzkoa ya Herêma Xweser a Baskê ya Spanyayê û şêwirmendê çareseriya şer Parêzer Urko Aiartza Azurtza, bal kişand ser girîngiya verastkirinên qanûnî yên di pêvajoyên muzakereyan ên piştî şer de. Azurtza ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku di muzakereyên piştî şer de yek ji mijarên girîng ew e ku lihevkirin bibin xwedî statûyeke qanûnî û ev tişt got:
"Heger wisa nebe, pêkanîna van lihevkirinan bi rastî ne hêsan e. Ji ber vê yekê, ez difikirim ku di vê pêvajoya aştiyê de, pir girîng e ku her tiştê li ser hatiye lihevkirin di qanûnê de bê bicihkirin an jî ji ber van lihevkirinan çarçoveya qanûnî were guhertin an jî qanûnên pêwîst werin pêşxistin. Ev yek li Kolombiya, Îrlanda, Afrîkaya Başûr û li hin eyaletên Şerîaya Rojava jî pêk tê."
'RASTIYÊN LI QADÊ DÊ BAWERIYÊ ZÊDE BIKIN'
Azurtza bal kişand ser girîngiya piştgiriya civakê ya di muzakereyên aşitiyê de û wiha pê de çû: "Ev pir normal e ku civak ji ber hewldanên têkçûyî yên berê bi nebaweriyê nêzî pêvajoyên aştiyê û danûstandinan bibe. Di vê qonaxê de, ger were ravekirin ku pêvajoya aştiyê tiştekî nû aniye û gavên ji bo avakirina baweriyê werin avêtin da ku vê yekê ji raya giştî re nîşan bidin, bêbaweriya civakî dikare were çareserkirin. Ji ber vê yekê, divê rastiyên li ser erdê hebin ku nîşan didin ku pêvajoya aştiyê pêşve diçe. Mînak, dema ku gelên Kurd û Tirk şahidiya pêvajoya bêçekkirina PKK'ê ya li Herêma Kurdistanê kirin, ku rastiyek bû, ev bûyer bi îxtîmaleke mezin di warê pêşveçûna pêvajoyê de baweriya civakê pir zêde kir."
'ŞERVAN JI DESTPÊKÊ VE BI CIVAKÊ RE ENTEGRE NE'
Azurtza bal kişand ser girîngiya entegrasyona şervanên ku piştî pêvajoyê çekan datînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Entegrasyona şervanan a li gel civakê li gorî rewşê diguhere. Pirî caran şervan gelek baş tevlî civakê dibin. Ji ber vê yekê çarçoveyeke qanûnî pêwîst e ku pêşiya vê yekê vebike. Helbet piştre, ji bo ku ev şervan vegerin nav civakê û xwe bi pêş bixin, dê hin hewcedariyên wan ên perwerde û lihevkirinê jî çêbibin. Lê ez nafikirim ku di mijara ji nû ve tevlîbûna şervanan a li nava civakê de pirsgirêkek mezin hebe. Lewra ew ji destpêkê ve bi civakê re entegre ne. Ji ber vê yekê ya girîng ew e ku çarçoveyeke qanûnî hebe da ku bikaribin vegerin civakên xwe, gundên xwe û bajarên xwe. Herwiha carinan, ji ber ku demeke dirêj li çiyayan an daristanan, li gelek cihan mane, dibe ku ji bo entegrasyona xwe ya aborî hewcedariya wan bi piştgiriyê hebe. Lê ji bilî vê, ji aliyê civakî ve pir zehmetî rû nade."
'DIVÊ BÊ ZANÎN KU OCALAN ŞEXSIYETEK DIYARKER E'
Azurtza destnîşan kir ku wekî li Afrîkaya Başûr û gelek cihên din; aktorên girîng hene ku ji bo aştiyê hewl didin, rêxistina xwe diguherînin û gelê xwe ji senaryoyeke nû re amade dikin ku carinan ev senaryo ne diyar e. Azurtza diyar kir ku destûrdana van aktoran û piştgirîdayîna wan dê bibe helwesteke aqilane.
Azurtza anî ziman ku şiyan û hêza Abdullah Ocalan heye ku Tevgera Kurd ber bi senaryoyeke nû ya aştî û demokrasiyê ve bibe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji ber vê yekê, girîng e ku mirov bihêle ew vê xebatê bidomîne; divê şert û mercên wî yên li girtîgehê bên guhertin, da ku ew stratejiya xwe bi pêş bixe û tevgerê bi pêş ve bibe. Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetek diyarker e û ji bo rola xwe bilîze pêşiya wî bê vekirin, nexwe dê bandorek neyînî çêbike. Li gorî fikra min îşaretên pir aşkera hene ku Tevgera Kurd dixwaze pevçûnê veguherîne. Bangên ji bo fesixkirin û bêçekkirina PKK'ê aşkera ne. Ji ber vê yekê divê merc guncaw bin da ku Ocalan pêvajoyê bidomîne û vê pêvajoyê bi pêş ve bibe û helbet destûr were dayîn ku tevger jî bi rêyên demokratîk û aştiyane ji nû ve xwe birêxistin bike. Ji ber vê yekê, ji bo ew di vê rêyê de pêşve biçin, her tiştê ku ji aliyê qanûnî ve pêkan e, divê were kirin."
MA / Ugurcan Boztaş
