* Ji Herêma Xweser a Baskê Parêzer Urko Aiartza Azurtza, bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de û got: "Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetek diyarker e û ji bo rola xwe bilîze divê pêşiya wî bê vekirin, nexwe dê bandorek neyînî çêbike."
* Derhênerê fîlmê "Aysha" yê ku gelek xelat wergirtine û ji bo 95'emîn Xelatên Oscarê bûye namzet, Cengîz Akaygun got, "Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê."
* Hevberdevka Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Sevtap Akdagê li ser meşa "Nan û Aştî" ya ku DEM Partî dê ji çar baskan ve bide destpêkirin axivî û got: "Em ê li dijî polîtîkayên aboriyê yên ku xizaniyê mayînde dikin, ber bi Enqereyê ve bimeşin."
* Derhênera Rojhilatî Maryam Samadî ya ku hişkesaliya li rojhilatê Kurdistanê bi fîlmê 'Xwêfiroş' rave dike û fîlmê wê di 24 mihrîcanên fîlman ên navneteweyî de hatiye nîşandan, banga xwedîderketina li xwezayê kir.
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî dê were şopandin.
* Şaxa ÎHD'a Enqereyê dê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li pêşiya Gara Enqereyê bîranîna Komkujiya Garê li dar bixe. (10.04)
*Dayikên Aştiyê dê li gelek bajaran bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyê bidin. (11.00-12.00) ZINDÎ
* ÎHD dê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan li gelek bajaran daxuyaniyê bide. (12.00)
* Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê dê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan ji Qada Şêx Seîd heta Deriyê Qesrê meşê li dar bixin. (12.00) ZINDÎ
* Li Bedlîs û Mêrdînê dê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk bi mijara "Aştî û civaka demokratîk" bi gel re civîn bên lidarxistin. (11.00-13.00)
* 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Amedê dê bidome. (13.00-21.00)
* Civaka Kurdî ya Eskîşehîrê dê li dijî astengkirina kursa Kurdî li pêşiya Midûriyeta Perwerdeyê ya Neteweyî daxuyaniyê bide. (13.30)
* Belgefîlma "Bîra Sûrê" dê li Baroya Wanê bê pêşandan. Piştre jî dê bi beşdariya derhênerê belgefîlmê Azad Altay gotûbêj bê lidarxistin. (18.00)
* Platforma Muzîkê ya Bajar a Wanê dê 1'emîn Mihrîcana Muzîkê li Navenda Çandê ya Bêrîvanê bide destpêkirin. (18.00)
