Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê

  • rojane
  • 16:47 1 Kanûn 2025
  • |
img

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê di hevdîtinên budçeyê yên li Meclisê de bal kişand ser zext û hewldanên provokasyonê yên li Şirnexê û got: “Li seranserî Şirnexê û bi taybet li Cizîrê em rastî hewldanên tundiyê tên.” 

 
Di civîna Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026’an de li ser pêşniyarqanûnên têkildarî budçeya serokkomarî û saziyên girêdayî wê nîqaş hatin kirin. Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê di hedîtinê de got ku lêçûnên budçeyê teqabûlê pêwîstiya hemwelatiya wekhev nakin. Ayşegul Doganê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got ku pêwîstiyên sereke yên pêvajoyê edalet, hiqûq, demokrasî û zimanekî nû ye. 
 
Ayşegul Doganê bi domdarî anî ziman ku hewceye ev ziman di sepanan de şênber bibin. Bi domdarî Ayşegul Doganê diyar kir ku Kurd, jin, zarok, karker, teqawid, ên mûçeyê kêmtirîn digirin û yên di bin sînorê birçîtiyê de dijîn, kirdeya vê budçeyê nînin û xwe weke hemwelatiyên wekhev nabînin. 
 
Ayşegul Dogan, behsa bernameya li Cizîrê ku Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî jî tev li bûbû û got: “Rayedarên dewletê û AKP’î jî tev li bûn. Lêbelê em li derve hiştin. Em li Cizîrê biqasî ji sedî 90’ê dengan digirin. Li Şirnexê em partiya yekemîn in. Yên ji bo zimanê tê bikaranîn me hişyar dikin, divê bi xwe jî bi heman hesasiyetê nêz bibin. Ev berpirsyartiya îktîdarê jî, muxalefetê jî ye. Divê kesek pêvajoyê ji bo xurtkirina hêza xwe bi kar neyîne û weke amûrekî nebîne.” 
 
ÎDIA DEREWAND
 
Bi domdarî Ayşegul Doganê bal kişand ser tiştên di dema serdana Barzanî de qewimîn û got: “Medyayê got ‘Berdevka DEM Partiyê gef li Midûrê Emniyetê xwar.’ Tiştekî wiha nîne. Li seranseriya Şirnexê û bi taybet li Cizîrê em bi helwestekî hişk û tundiyê rû bi rû dimînin. Li dijî hilbijartiyên wir helwestekî wiha heye. Malên şînan tên girtin, mizgeft tên girtin, nahêlin nimêja cenazeyê bên kirin. Em, miameleya li dijî rûmeta mirovan qebûl nakin. Me gef li tu kesekî nexwarine lê em ê destûrê nedin ku kesek gefan li me jî bixwe.” 
 
Wekîla DEM Partiyê Sevîlay Çelenk jî têkildarî budçeya Serokatiya Ragihandinê axivî û got ku piştî pergala serokatiyê, di mijara otorîterbûna rejîmê de xwedî cihekî navendî ye. Sevîlay Çelenkê diyar kir ku pergala nû ya medyayê ya di bin kontrola Serokatiya Ragihandinê de, maf û azadiyan bi awayekî sîstematîk difetisîne û rejîmê jî roj bi roj bêhtir otorîter dike. Sevîlay Çelenkê got: “Her ku rejîm otorîter dibe jî heqîqet hate windakirin. Ev serokatî, weke makîneya propagandayê ya îktîdarê hatiye avakirin û hemû qenalên ragihandinê yên dewletê bi dest xistiye. Ji bo vê serokatiyê budçeyeke biqasî 6 milyar lîreyan tê pêşniyarkirin. Li gorî 8 sal berê, budçeya wê 22 qat zêdetir bûye. Xebatkarên wê jî mîna budçeya wê zêde bû. Di sala 2018'an de 584 bû û niha bûye zêdetirî hezar û 600 kes. Serokatiya Ragihandinê, veguheriye cinawirekî burokratîk. Ev saziya ku di salên Fahrettîn Altun de veguherî cinawirekî, rejîmeke ku qet têr nabe diparêze. Hêvîdarin di serdema serokê nû de bikişînin nav sînorên peywira wê.” 
 
Sevîlay Çelenkê got ku Serokatiya Ragihandinê ji roja hatiye avakirin bi awayekî sîstematîk mafê agahîgirtinê yê gel asteng dike, li gorî daneyên 2025’an tacîz, sansur û mobbînga li dijî rojnamegeran zêde bûye û medyaya muxalîf nikre di dijîtalê de jî bijî û roj bi roj biçûk dibin û tên girtin. Sevîlay Çelenkê daneyên Rapora Şopandina Dozên Rojnamegerî û Azadiya Xweîfadekirinê ya Sala Edlî ya 2024-2025’an a Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê parve kir û got: “Di sala edlî ya 2024-2025’an de 306 rojnameger hatine darizandin. Naverokên nûçeyan, parvekirinên ser medyaya dijîtal, hevpeyvîn û şîroveyên rexneyî weke delîl tên nîşandan. Cihêkariya zimanî û çandî didome. Di sala 2024’an de Kurdî 109 caran bû mijara binpêkirina maf. Xwegihandina medyayê hate astengkirin û weşan bê lîsans tên hiştin.”        
 

Sernavên din

17:52 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
16:47 Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê
15:51 Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr jiyana xwe ji dest da
15:47 Teqawidan ‘budçe’ protesto kir
15:47 Faîk Çîrîk piştî 30 salan hate berdan
14:58 Civaknas Griffin: Aştiya Tirk û Kurdan ji bo mirovahiyê jiyanî ye
14:34 Bersûcê êrişî Rojnameya Evrenselê kiribû tehliye bû
14:14 DEM Partî dê her sal Meşa Rûmetê ya Astengdaran li dar bixe
14:05 Rêveberiya Xweser: Sûriyeyeke nenavendî dikare bê avakirin
14:02 Zinar ê down sendromî xeyala xwe ya ewil pêk anî, li pey a duyemîn e
12:08 Gundiyan, xebatkarên şîrketa madenê ji Sekasurê derxistin
12:07 Efrîqaya Başûr bersiv da îdiaya ‘qirkirina çermspiyan’ a Trump
11:23 Sûdanî û Tom Barrack civiyan
11:16 Parêzerên malbata li Qoserê hate qetilkirin: Nêzikatiya medyayê însanî nîne
10:14 'Li Şirnexê aqilekî dijî pêvajoyê heye’
09:48 Hevjîna girtiyê nexweş: Heke li wir bimîne dê bimire
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hate kirin
09:00 Xwebûn bi manşeta ’Sermuzakerevan Abdullah Ocalan e’ derket
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2025’AN
30/11/2025
16:51 Projeya ku dê ‘Ava Spî’ ziwa bike hate protestokirin
16:32 Şîna endama YJA Starê Zeynep Ersonmezê bi girseyî hat ziyaretkirin
16:29 Li Gimgimê 30 hezar darên berûyê hatin danîn
16:20 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:16 Li Sêweregê ZIWAN-KURD hate vekirin
15:43 Li Mêrdînê Şiyar be! Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hat avakirin
15:13 Li Asyayê karesata lehiyê: Zêdetirî 620 kes mirin
14:46 Li Mêrsînê panela aştiyê: Êdî ne dema axaftinê dema gavavêtinê ye
14:22 Navên kesên di bendavê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
14:21 Wekîlên Ewropî xwestin PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin
14:01 Şîna Suheyla Baytekînê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:02 Li Girtîgeha Erzînganê girtî hatin derbkirin û sirgunkirin
12:51 Gefa li hevşaredarên Cizîrê hat xwarin protesto kirin: Divê berpirsyar hesabê bidin
12:27 Dibistana Mafên Mirovan a Egeyê bi dawî bû: Têkoşîna me ji bo entegrasyona hiqûqî ye
12:05 Li ser rêya Colemêrg-Wanê wesayîtak kete bendavê: 3 kes winda ne
12:04 Pirtûka “Çîroka Zarokên Roj û Agir I’ a Rotînda derket
10:10 ‘Rêya xelasiya ji krîza aborî aştî ye’
10:02 'Em ê aştiyê bînin vî welatî û hêviya xwe qut nekin'
09:42 Hejmara 144’an a kovar Jinê derket
09:25 Li Gine Bissauyê hikûmeta nû hate avakirin
09:06 'Rayedarên li Şirnexê bêhiqûqiyan dikin bila li gorî qanûnan tevbigerin'
09:03 'Ji bo mafê hêviyê xala 90'emîn a destûra bingehîn bes e'
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2025'AN
29/11/2025
18:09 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:34 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:02 Mitînga KESK'ê ya Wanê: Ne ji şer, ji aştiyê re budçe
15:55 Yurur û Taş ên PKK'yî hatin bibîranîn
15:23 Xwestin girtiyên nexweş Delal Tekdemîr û Salih Gun bên berdan
14:55 Xizmên windayan li 4 bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:19 Dayikên Şemiyê ji bo Mahmut Dogan doza edaletê kirin
13:10 Welatiyên beşdarî şahiya gel bûn: Em ji bo aştiyeke birûmet bitêkoşin
12:54 Amîrê Polîsan gef li hevşaredarên Cizîrê xwarin
12:23 Tayîp Temel: Em li bendê ne ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe
12:08 Ji Mesûd Barzanî spasî ji bo Abdullah Ocalan: Em piştevanê pêvajoyê ne
10:10 Ciwanan salvegera damezrandinê pîroz kirin
10:03 Sagkan: Ji bo avakirina aştiyê divê serweriya hiqûqê bê avakirin
09:08 Tê plankirin ku li şûna Polîs Okûlûya berê bîna bê çêkirin
09:07 Li Helebê dîsa gefa DAIŞ'ê!
09:05 10 sal in ji ber posterekî tê darizandin
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2025'AN
28/11/2025
21:49 Bayindir: Hêza me ya ku em bi desthilatê gav bidin avêtin heye
19:52 Ji bo Dîlan Karamanê komîsyona lêkolînê hat avakirin
19:41 Amedsporê li qada xwe Eroksporê têk bir
19:32 Papa 14. Leo li Stenbolê ye
19:07 Bermal Nergîs û Muhlîse Karaguzel hatin berdan
18:59 Ji Şaredariya Peyasê der barê 'peyker' de daxuyanî
17:58 Banga Abdullah Ocalan li Almanyayê li dadgehê hat xwendin
17:13 Panela 'Di Îslamê de Aştî û Civaka Demokratîk': Aştî rastiya hevpar a mirovahiyê ye
16:17 ‘Girtiyên nexweş berdin, binpêkirinan bidawî bikin’
15:43 Hewldana Edalet ji bo Roboskî: Divê Qanûna Heqîqet û Edaletê bê derxistin
15:01 Dîlan Karaman bi tilîliyan hat definkirin
14:36 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:28 Elçî hat bibîranîn: Bi raboriyê re hevrû bibin, cînayetê ronî bikin
13:19 ‘Ozgur Halk’ dê di sala nû de dest bi weşanê dijîtal bike
12:00 Di bûyera cînayetên li Qoserê de 2 kes hatin girtin
11:48 Tehliyeya 6 girtiyan hate taloqkirin
11:43 Derûnînas Erol: Di zêdebûna întiharan de pirsgirêkên civakî û nebûna edaletê bibandor e
10:52 13 sal in nikare hebûna xwe îspat bike!
10:51 TJA: Em ê nehêlin mirina bi guman a Dîlanê di tariyê de bimîne
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê: Em ê bişopînin
10:31 Ji doza PKK'ê 30 salan di girtîgehê de ma: Xebata serdema nû avakirina civaka demokratîk e
10:25 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Abdullah Ocalan got ku lêgerîna esasî, mitabeqeta siyasî ye
10:24 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetikirin hat bibîranîn: Em ê têkoşîna wî bidomînin
09:32 Bekaroglû: Partiyeke ku namzedê desthilatdariyê divê hin rîskan bigire
09:14 Hejmara kesên di şewata Hong Kongê de mirîn derket 94’an
09:11 Karkerên mandaliyan hewl didin li dijî heqedsta kêm kooperatîfê ava bikin
09:05 Li Girtîgeha Kirşehîrê hewldanên provakatîf
09:04 'Ji bo vegerê û çekan divê zagonek were amadekirin'
09:02 Tenduristkarê hat îxrackirin 10 sal in li nav zeviyan dixebite
09:01 Parêzer Çaglar: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re xwezayî, rewa û hiqûqî ye
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2025'AN
27/11/2025
23:43 Ajansa Welat sala xwe ya yekemin pîroz kir
16:26 Qada bajêr a Şakiro hat vekirin
15:54 Cara sêyemîn xwîn çû ser mêjiyê rojnamevan Aykol
15:39 ‘Operasyona 19’ê Kanûnê li dijî mirovahiyê sûc e’
15:37 Ji bo Seyfettîn Tutmaz û Sadun Tutmaz merasîma bibîranînê hat lidarxistin
14:29 Ji bo parêzer Epozdemîr ceza hate xwestin
14:18 Ayşegul Dogan: Bila girtekên hevdîtina Îmraliyê bên parvekirin
13:43 Di lêpirsîna der heqê rojnameger Kanbal de biryara neşopandinê hat dayin
13:40 Danişîna doza 3 rojnamevanên jin hat taloqkirin
13:28 Danişîna polîsê ji doza mirina Ejegul Ovezovayê dihat darizandin hat taloqkirin
12:39 Girtiyên Apoyî: Em cejna avakirina sosyalîst bi kelecan pêşwazî dikin