Zext û hewldanên provokasyonan xist rojeva Meclisê 2025-12-01 16:47:24 ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê di hevdîtinên budçeyê yên li Meclisê de bal kişand ser zext û hewldanên provokasyonê yên li Şirnexê û got: “Li seranserî Şirnexê û bi taybet li Cizîrê em rastî hewldanên tundiyê tên.”    Di civîna Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026’an de li ser pêşniyarqanûnên têkildarî budçeya serokkomarî û saziyên girêdayî wê nîqaş hatin kirin. Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê di hedîtinê de got ku lêçûnên budçeyê teqabûlê pêwîstiya hemwelatiya wekhev nakin. Ayşegul Doganê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got ku pêwîstiyên sereke yên pêvajoyê edalet, hiqûq, demokrasî û zimanekî nû ye.    Ayşegul Doganê bi domdarî anî ziman ku hewceye ev ziman di sepanan de şênber bibin. Bi domdarî Ayşegul Doganê diyar kir ku Kurd, jin, zarok, karker, teqawid, ên mûçeyê kêmtirîn digirin û yên di bin sînorê birçîtiyê de dijîn, kirdeya vê budçeyê nînin û xwe weke hemwelatiyên wekhev nabînin.    Ayşegul Dogan, behsa bernameya li Cizîrê ku Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî jî tev li bûbû û got: “Rayedarên dewletê û AKP’î jî tev li bûn. Lêbelê em li derve hiştin. Em li Cizîrê biqasî ji sedî 90’ê dengan digirin. Li Şirnexê em partiya yekemîn in. Yên ji bo zimanê tê bikaranîn me hişyar dikin, divê bi xwe jî bi heman hesasiyetê nêz bibin. Ev berpirsyartiya îktîdarê jî, muxalefetê jî ye. Divê kesek pêvajoyê ji bo xurtkirina hêza xwe bi kar neyîne û weke amûrekî nebîne.”    ÎDIA DEREWAND   Bi domdarî Ayşegul Doganê bal kişand ser tiştên di dema serdana Barzanî de qewimîn û got: “Medyayê got ‘Berdevka DEM Partiyê gef li Midûrê Emniyetê xwar.’ Tiştekî wiha nîne. Li seranseriya Şirnexê û bi taybet li Cizîrê em bi helwestekî hişk û tundiyê rû bi rû dimînin. Li dijî hilbijartiyên wir helwestekî wiha heye. Malên şînan tên girtin, mizgeft tên girtin, nahêlin nimêja cenazeyê bên kirin. Em, miameleya li dijî rûmeta mirovan qebûl nakin. Me gef li tu kesekî nexwarine lê em ê destûrê nedin ku kesek gefan li me jî bixwe.”    Wekîla DEM Partiyê Sevîlay Çelenk jî têkildarî budçeya Serokatiya Ragihandinê axivî û got ku piştî pergala serokatiyê, di mijara otorîterbûna rejîmê de xwedî cihekî navendî ye. Sevîlay Çelenkê diyar kir ku pergala nû ya medyayê ya di bin kontrola Serokatiya Ragihandinê de, maf û azadiyan bi awayekî sîstematîk difetisîne û rejîmê jî roj bi roj bêhtir otorîter dike. Sevîlay Çelenkê got: “Her ku rejîm otorîter dibe jî heqîqet hate windakirin. Ev serokatî, weke makîneya propagandayê ya îktîdarê hatiye avakirin û hemû qenalên ragihandinê yên dewletê bi dest xistiye. Ji bo vê serokatiyê budçeyeke biqasî 6 milyar lîreyan tê pêşniyarkirin. Li gorî 8 sal berê, budçeya wê 22 qat zêdetir bûye. Xebatkarên wê jî mîna budçeya wê zêde bû. Di sala 2018'an de 584 bû û niha bûye zêdetirî hezar û 600 kes. Serokatiya Ragihandinê, veguheriye cinawirekî burokratîk. Ev saziya ku di salên Fahrettîn Altun de veguherî cinawirekî, rejîmeke ku qet têr nabe diparêze. Hêvîdarin di serdema serokê nû de bikişînin nav sînorên peywira wê.”    Sevîlay Çelenkê got ku Serokatiya Ragihandinê ji roja hatiye avakirin bi awayekî sîstematîk mafê agahîgirtinê yê gel asteng dike, li gorî daneyên 2025’an tacîz, sansur û mobbînga li dijî rojnamegeran zêde bûye û medyaya muxalîf nikre di dijîtalê de jî bijî û roj bi roj biçûk dibin û tên girtin. Sevîlay Çelenkê daneyên Rapora Şopandina Dozên Rojnamegerî û Azadiya Xweîfadekirinê ya Sala Edlî ya 2024-2025’an a Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê parve kir û got: “Di sala edlî ya 2024-2025’an de 306 rojnameger hatine darizandin. Naverokên nûçeyan, parvekirinên ser medyaya dijîtal, hevpeyvîn û şîroveyên rexneyî weke delîl tên nîşandan. Cihêkariya zimanî û çandî didome. Di sala 2024’an de Kurdî 109 caran bû mijara binpêkirina maf. Xwegihandina medyayê hate astengkirin û weşan bê lîsans tên hiştin.”