NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ozgur Halk, dê di 1’ê Çileyê 2026’an de dest bi weşana dijîtal bike.
Kovara Ozgur Halka a ku di Mijdara 1990’an de rexmê hemû zextan bi naverokên polîtîk, teorik, çandî dihate weşandin, ji ber hinek sedeman dawî li weşana xwe anîbû. Li gorî daxuyaniya li ser medya dijîtal a di 27’ê Mijdarê hat ragiandin ku dê kovar ji nû ve bi awayeke dijîtal dest bi weşanê bike. Kovara Ozgur Halk, demeke dirêj di rêza yekemîn a kovarên herî zêde tê firotin de cih girt. Xwînêr dê bikaribin li ser navnîşana https://ozgurhalk.com/ û li ser hesabê medya dijîtal kovarê bidest bixin.
